Têkoşîna li dijî dijminatiya li koçberan

Ji sala 1990'î û vir ve 18'ê Kanûnê li gelemperiya cîhanê weke "Roja Koçberan a Cîhanê" tê pîrozkirin. 3 ji sedî yê nifûsa 7,5 milyarî ji neçarî li derveyî welatê xwe dijîn.

Bi sedan milyon mirov, ji ber sedemên siyasî ya jî aborî ji welatê xwe dûr ketine. Gelek ji wan di nava şert û mercên gelekî giran de hewl didin jiyana xwe bidomînin. IOM'ê ji bo şikandina pêşhukmên li dijî koçberan dest bi karekî berfireh kir ku wê 'daneyên rasteqîn' lê cih bigirin.

Li gorî texmînên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bilî mirovên li welatên lê bi cih bûne ketine statuya welatîbûnê, zêdeyî 243 milyon mirov koçber in.

PÊŞÎGIRTINA LI PROPAGANDA DEREWAN

Ligel tevkariya wan a li pêşveçûna aborî, civakî û çandî jî koçber li welatên ku lê penaber in dibin hedefa propagandayên neteweperestî û dijminatiya li biyaniyan. Bi taybetî, koçberên li Ewropa û Bakurê Amerîkayê weke "amûrek propagandayê" ya partiyên populîst di her hilbijartinê de tên bikaranîn.

IOM, li ser koçberên ku tevî yên bûne welatî hejmara wan gihîştiye nîv milyarî, lêkolînek da destpêkirin û bi vî rengî wê hewl bê dayin ku pêşî li antî propaganda û aghadarkirina şaş û derew ên li dijî koçberan bê girtin.

Bi rêya projeya bi navê "Mîgratîn Data Portalê" ku Nûnertiya IOM'ê ya Elmanyayê pêşkêşî Wezareta Karên Derve kiriye, wê hewl bê dayin ku pêşî li karên destwerdana li civakê ya bi rêya hejmarên ne rast, bê girtin.

DU JI SÊ KESAN JI BER SEDEMÊN ABORIYÊ KOÇ KIRINE

Li gorî Mîgratîon Data Portalê, ku hê daneyên li dehan welatan tên komkirin, hejmara koçberan ku sala 1990'î 152,6 mliyon bû, sala 2000'î gihîşt 173 milyonî. Ev hejmar sala 2010'an bû 221,7 milyon, sala 2015'an jî gihîşt 243,7 milyonî.

158 milyon ji 244 milyon koçberan, ji koçberên ku neçar man ji ber sedemên aboriyê welatê xwe biterikînin pêk tê.

48 ji sedî yê koçberan jî ji jinan pêk tê.

KOÇBER HERÎ ZÊDE LI DYA, ELMANYA Û RÛSYAYÊ DIJÎN

Li gorî heman daneyan, koçber herî zêde li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Elmanya û Rûsyayê dijîn.

Li DYA'yê 46,6 milyon koçber dijîn. Hejmara koçberên li Elmanyayê 12 milyon e. Li Rûsyayê jî 11,6 milyon koçber hene.

BI SEDAN KOÇBERÎ HEVSENGIYA NIFÛSÊ YA WELÊT GUHERANDINE

Di Mîgratîon Data Portalê de ku bi dayina hejmara rasteqîn a koçberan re hewl tê dayin têkoşîn li dijî dijberiya li koçberan bê dayin, welatên ku hejmara koçberan lê gelekî kêm e jî hatine parvekirin.

Li Tûvalû ku welatî giravê yê Okaynûsê ye û nivûsa xwe 12 hezar e, tenê 141 koçber dijîn.

Li Girava Nîûe ya li Okyanûsê jî ku nifûsa xwe 1.600 e, hejmara koçberan 557 e. Bi vî rengî bi sedan koçberî hevsengiya nifûsê ya vê girava ku ji 2 hezar û 400 kîlometreçargoşeyî guherandine.

Wekî din li Koma Gel a Çînê ku nifûsa xwe nêzî 1,4 milyar e, tenê 978 hezar koçber qeydkirî ne. Ev jî tê wateya rêjeyek kêmî 1 ji hezarî.

BI SEDAN MILYAR DOLARÊN SALANE TÊN ŞANDIN

Tê gotin, koçberên li derveyî welat dixebitin û alîkariyê didin malbatên xwe yan jî xizmên xwe, salane bi sedan milyar dolarî dişînin.

Tê texmînkirin ku ev hejmar li parzemîna Ewropayê sala 2016'an 144 milyar dolar bû. Lİ her du parzemînên Amerîkayê jî 141 milyar dolar e. Li Asyayê pereyê ku hatiye şandin 116 milyar dolar e.

Ev hejmar, daneyên ku ji aliyê Banka Cîhanê ve hatine tespîtkirin e. Tê texmînkirin ku hjemara rasteqîn ji vê zêdetir e.

HEMÛ DANEYÊN LI SER KOÇBERAN WÊ BÊN KOMKIRIN

Nûnertiya Elmanyayê ya IOM hewl dide bi saya vê yekê hemû daneyên li ser koçberan bide hev.

Wê drama mirovahiyê, qaçaxçitiya mirovan û mirina di rê de jî bi rêya hejmaran bên eşkerekirin.