Tebeqa Ozonê xwe nû dike

Tê diyarkirin ku tebeqeya Ozonê ji sala 2000’an û vir ve xwe nû dike.

Li gorî rapora Rêxistina Meterolojiyê ya Cîhanê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî tebeqeya Ozonê xwe nû dike. Hate ragihandin ku ev nûkirin di deh salên dawîn de 3 ji sedî ye.

Li gorî rapora zanyarêne endamên Protokola Montrealê tebeqeya çiriyayî ya li Antarktîkayê her sal kêmtir dibe. Tê diyarkirin ku di salên 2060’î de ew ê tebeqeya Ozonê karibe wekî ya salên 1980’î.

Tê diyarkirin ku leza xwenûkirina tebeqeya Ozonê di deh salan de ji 1 heta 3 ya ji sedî ye.