Taxa gelan a Kerkûkê: Cot Qehwe

Li taxa Cot Qehwe ya Kerkûkê, ku Kurd, Tirkmen û Ereb lê bi hev re dijîn, çanda jiyana bi hev re bi sedan salan e dewam dike.

Li Kerkûkê, ku gelên Kurd, Tirkmen, Ereb û Suryanî bi hev re dijîn, jiyana hevpar û xweşbîniya li bajêr tevî ku bi sedan sal di ser re derbas bûye jî hê dewam dike. Li Kerkûkê ku ji ber çavkaniyên xwe yên dewlemend ên petrolê timî bala hêzên netewe-dewlet û dagirkeran kişandiye ser xwe, gelên herêmê bi sedan sal in bi çanda jiyana hevpar di nava aştî û aramiyê de dijîn. ANF berê xwe da taxa ewilî û ya herî kevn a Kerkûkê ya li derveyî sûrên Keleha Kerkûkê, taxa Cot Qehwe. Me Kerkûk ji esnafên taxê pirsî.

TAXA DESTPÊKÊ YA LI DEVEYÎ SÛRÊN KELEHÊ

Hostayê pêlavan Haşim Tofîq diya kir, taxa Cot Qehwe taxa destpêkê ye ku li deveyî Kelehê hatiye çêkirin û ragihand, navê taxê jî ji du qehweyên li sûka vê taxê hatine avakirin, tê. Tofîq got, "Ev der, yek ji kevntirîn taxên Kerkûkê ye. Sûka herî mezin ev der bû. Ji vir wêde jî bazarek hebû. Ew der weke Bazara Biçûk dihate naskirin. Navê Bazara Gewre li vir hatibû kirin."

BAJARÊ HURMET Û XWEŞBÎNIYÊ

Tofîq da zanîn, ku li bajêr ji mêj ve gelên cuda bi rengekî aştiyane bi hev re dijîn û Kerkûk weke bajarê "aştî û xweşbîniyê" bi nav kir: "Em ên herî kevn ên vî bajarî ne. Em kurd, Tirkmen û Ereb bi hev re li vê taxê dijîn. Têkiliyên me yên bi hev re gelekî baş e. Bi xwişk û biratiyê em bi hev re dijîn. Em êdî yek in. Mînak; hevalê li kêleka min Tirkmen e. Em li vir li hev rûdinên û sohbetê dikin. Em bi Tirkmenî daxivin, bi Kurdî daxivin. Ev bajar bi giştî wiha ye. Yanî ji mêj ve bajarê Kerkûkê bajarê hurmet û xweşbîniyê ye."

STRANÊN BI KURDÎ, TIRKMENÎ Û EREBÎ

Tofîq ragihand, ku Kurd, Tirkmen, Ereb li bazarê bi hev re dijîn, êvarê jî diçin qehweyê û sohbetê dikin. Tofîq diyar kir ku bavê wî kilaş (Cûreyekî pêlavan, ku bi giranî Kurdên Hewreman ên li Rojhilat çêdike) çêdikir. Tofîq got, "Kilaşên li vir dihatin çêkirin li bazarê dihatin firotin. Ji Kifrî, Hewlêr û gelek cihên din sîparîş dihatin kirin û me jî bersiva wan didan. Dema kar diqede, em li vir li hev dicivin, her êvarê heta derengiya şevê sohbetê dikin. Li stranên bi Kurdî, Tirkmenî û Erebî guhdarî dikin û sohbetê dikin."

'EV SÊ NIFŞ IN EM VÎ KARÎ DIKIN'

Tirkmenê bi navê Kamîl Sabîh Haçercî, ku li bazara Cot Qehweyê hesinkariyê dike, anî ziman ku ev sê nifş in ew vî pîşeyî dikin. Hançercî got, "Kalkên me ev kar ji me re hiştin. Kalkê min û bavê min di vî karî de xebitîn. Niha ez dewam dikim. Di nava malbata min de kesê ku vî karî didomîne, tenê ez im. Gelek mirov, niha dikanên xwe ji bo bersiva roja îro bi tiştên cuda bi kar tînin. Lê belê ez ê dest ji pîşeyê xwe bernedim. Heta nefesa xwe ya dawî ez ê vî karî bidomînim."

GUHERÎNA BI DEMÊ RE

Hançercî diyar kir, guhertina pêdiviyên mirovan bi demê re, her wiha bi pêşketina teknolojiyê re rewşa berê ya bazarê guheriye û wiha dewam kir: "Merê tiştên weke şûr û xençeran dihatin çêkirin. Lê êdî ji ber ku pêwîstî bi wan nîne, pîşeyê me jî guherî. Wextekê me das çêdikir. Niha jî em bi giranî kêr û satoran çêdikin. Berê 13-14 hosta hebûn, lê niha ez bi tenê mame."

'EV DER BAZAREKE BI XÊR BÛ'

Hançercî destnîşan dike ku li vê derê Kurd, Tirkmen, Ereb bi hev re dijîn, dikanên wan bi hev ve ne û wiha dewam kir: "Ev bazar berê gelekî bi xêr bû. Mînak; kesî çav bernedida muşteriyê kesî. Dema dikanekê sîfteh dikir û ya din nekiribû, berê muşteriyê dihat dida wê dikana sîfteh nekiriye. Jiyaneke gelekî xweş a bi hev re hebû. Ev yek niha qels bûye. Dîsa jî li gorî cihên din, ev çand hê li Kerkûkê heye."