Talana xwezayê bi polîtîkaya bê nasname hiştinê dewam dike

Rojnamevan-nivîskar Pelîn Cengîz diyar kir, li pişt vê talana xwezayê ya AKP'ê bê nasname hiştin û bê mirov hiştin heye. Li gorî Cenzîz, AKP dixwaze ya ku nekarî bi siyasetê bi dest bixe, bi vê talanê bi dest bixe.

Hikumeta AKP'ê, bi pêkanîna Rewşa Awarte re talana xwezayê zêde kir. Destûra ji bo derxistina madenê li Cerrattepeyê, çêkirina HES'an li Dersimê û venemirandina şewatên li daristanan hatinan hatin derxistin, bi dînamîtan teqandina dîroka çandî ya ji hezaran salan a Heskîfê, bi Rewşa Awarte re tên kirin.

Rojnamevan-nivîskar Pelîn Cengîz diyar kir, li pişt vê talana xwezayê ya AKP'ê bê nasname hiştin û bê mirov hiştin heye. Li gorî Cengîz, AKP dixwaze ya ku nekarî bi siyasetê bi dest bixe, bi vê talanê bi dest bixe.

Pelîn Cengîz anî ziman, AKP polîtîkayên xwe yên talanê bi rêya polîtîkayên veguherîna bajar û enerjiyê dimeşîne û got, "AKP polîtîkayên xwe yên talanê di ser çend lingan dimeşîne. Yek jê veguherîna bajaran û ekonomiya beton e. Baskekî din jî razemeniyên enerjiyê ye. Bêguman ev razemenî bi giranî li ser sotemeniya qirêj û gemarî û santralên nukleerî ne. Aboriya talan, rant û xespê di nava 8-9 salên dawî de zêde bûye."

BI REWŞA AWARTE RE QANÛN BY PASS BÛN

Cengîz ragihand, Rewşa Awarte ji aliyê hiqûqî ve rê li ber talanê vekiriye û wiha dewam kir: "Xala 80'ê, ku di pêvajoya Rewşa Awarte de hate derxistin û derfetê dide şîrketan ku xwezayê li gorî dilê xwe bi kar bînin, darbeya herî mezin a li xwezayê hatiye xistin e. Bi vê projeyê re hemû razemeniyên li qadên çandî, xwezayî û SÎT'ê werin kirin, li derveyî mekanîzmayên kontrolê hatin hiştin û pêşî li van razemeniyan hate vekirin."

Cengîz destnîşan kir, ku AKP hewl dide cihên ku bi siyaseta serîtewandinê nekarî bi dest bixe, bi van guhertinên qanûnî re dixwaze talan bike û got, "AKP dixwaze, herêmên ku heta niha di hilbijartinê de deng nedaye wê û timî li ber xwe dane, bi dest bixe û polîtîkaya xwe lê bimeşîne. Heskîf, Dersim û Cerrattepe jî ji van e."

MÎNA KU ÊRÎŞÎ AXA DIJMIN BIKIN, ÊRÎŞ DIKIN

Cengîz bal kişand ser şewata li daristanan a dema dawî ya li Dersimê û hilweşandina bi teqemeniyan li Heskîfê tê kirin û anî ziman, ev polîtîka paralelî polîtîkayên ewlekarîparêz ên berê tên meşandin.

Cengîz got, "Li Dersimê, ji xwe bi projeyên zêde yên bendav û HES'an bi taybetî êrîş li Geliyê Mûnzûrê tê kirin. Li gel van êrîşan, bi rengekî rêk û pêk, li hin qadên operasyonan şewat tê dexistin. Me şewata daristanan di salên 90'î de gelekî dît. Dersim tevî gelek zext û zordariyê jî nekarî vê guhertin û timî bû hedef. Heskîf bi rengekî bê rehm bi dînamîtan tê teqandin û tinekirin. Bêguman Bendava Ilisûyê projeyeke AKP'ê nîne, lê belê dest ji vê jî berneda. Ji bo Heskîfê hem li qada neteweyî hem jî li ya navneteweyî gelek kampanya hatin kirin, lê encam li holê ye."

TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ LI BER XWE DIDE

Cengîz ragihand, tevî van hemû pêkanînên qanûnî û ne qanûnî li çar aliyên Tirkiyeyê têkoşîn dewam dike, têkoşîna li Cerrattepeyê ev 25 sal in didome û got, "Têkoşîna herî kevn a hawirdorparêziyê ev e. Bêguman tiştekî bi vî rengî jî heye; ji mirovan heye ku wê ti carî dest li deşt û zozanên wan û bajarên wan neyê werdan. Lê rastî ne bi vî rengî ye. Hema bêjin di devereke Tirkiyeyê ya dest lê nehatiye dayin nemaye." Cengîz bal kişand ser berxwedan û têkoşîna li dijî pir û balafirgeha sêyemîn û got, mixabin têkoşîn li cihekî dixetime.