Swîsreyiyan xwestin ku ji nuklerrê biqerin

Swîsreyiyan ji bo ku qonax bi qonax ji enerjiya nukleerî derbikevin û derbasî enerjiya ku dikare were nûkirin bibin, destek dan.

58 ji 100’î yên hilbijêran destek dane destûra enerjiyê ya ku çûyî ber dengdana gel.

Ev yasa armanc dike ku enerjiyên ku dikarin xwe nû bikin yên weke hîdrolîk, jeotermîk û biyogiraniyê werin handan. Bi rê rêyê tê armackirin ku hilberîna enerjiyê were zêdekirin û heta 2035’an derbasî ‘enerjiya têvlîhev’ bibin.

Yasa her wiha pêşbîniya dike ji 2019’an û pê ve 5 santralên nukleerî yên Swîsreyê qonax bi qonax werin girtin.

Plana ku bi ‘’Stratejiya Enerjiyê ya 2050’î tê binavkirin, wê gav bi gav were pêkanîn. Ev pêvajo piştî bobeleta nukleerî ya Fukuşîma ya Japonyayê, ya Adara 2011’an dest pê kiribû.

Rayedarên Swîsreyê piştî vê bobeletê bi çend heftiyan diyar kiribûn ku ew dixwazin heta 2034’an ji nukleerê derbikevin. Welatê cîran Elmanya jî danîbû ber xwe ku heta 2022’an vê pêvajoyê temam bikin.

Li Fransayê jî nîqaş li ser kêmkirina enerjiya nukleer hene. Lê rayedar hê tam zelal nebûne. Hilberîna kahrabayê ya Fransayê beşek jê ji enerjiya nukleerê tê çêkirin.