Swîsreyî xwe ji dîn dûr digirin

Li gorî daneyên fermî yên li Swîsreyê hijmara welatiyên Swîsreyî ku dibêjin ew ti dinî ji xwe re nahabînin zêde dibe.

Ofîsa Îstatîstîk a Federal (OFS) daneyên di navbeyna 1970 û 2017'an de weşand. Li gorî vê hijmara Swîsriyên ku xwe di nav ti dînî de nabînin pir zêde bûye.

Salên 1980'yî 90 ji 100'î yê Swîsriyan xwe di nav mezhebên Katololîk an jî Protesaniyê ya Xiristiyanî de didîtin.

BÊDÎN KOMA DUYYAN PÊK TÎNIN

Li gorî daneyan ji 2000'î û vir ve hijmara kesên ku xwe ji yek dînî nabînin sê caran li xwe zêde kiriye. Di rewşa berdest de kesên ku ji xwe re 'bêdîn' dibêjin, li Swîseyê mezintirîn koma duyan in. Li gorî ankêta 2017'an, koma herî mezin a dînî bi 36 ji 100'3i Katolîk in. Di rêza duyan de bi rêjeya 26 ji 100'î koma ku xwe di nav ti dînî de nabînin, hene. Di rêya sêyan de jî bi rêjeya 24 ji 100'î Protestan hene.

MISILMAN BI PRATÎKÎ TIŞTEKÎ NAKIN

Her wiha li Swîsreyê Misilman jî baweriya xwe bi pasîfî pêk tînin. Di nîşeya OFS'ê de tê gotin, piştî wan kesên ku xwe di nav dînekî de nabînin, gelek ji  kesên ku ji xwe re misilman dibêjin diyar kirine ku ew tevlî nav ti kirinên dînî nebûne, dema ku ev ankêt hatî kirin jî, di sala 2017'an de heftiyê tenê carekê tevlî nav xebatên dînî bûne.