Swêdê têkildarî ‘Rojava’ hişyarî da Tirkiyeyê

Wezîra Karê Swêdê Ann Lînde di mijara Rojava de Tirkiye hişyar kir û got: “Êrîş şer kûrtir dike. Rewşa Kurdan bandorê li tevahî herêmê dike.”

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde ragihand ku gefên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava cidî digirin. Lînde hişyarî da Tirkiyeyê divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bigire.

Lînde li ser pirsa Parementerê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Karê Derve yê partiyê Hakan Svennelîg a wê helwesta Swêd a li dij gefên Tirkiye li ser Rojava çibe? bersiv da.

Lînde anî ziman ku rewşa li Sûriyeyê pir metirsîdar e, destnîşan kir ku perpirsyariya aştiyê ya li welat li ser milê rejîma Esed û mutefîkên ku guh li daxwazên Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî girtîne ye.

Lînde bal kişand ku êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakurê Sûriyeyê wê şer kûrtir bike û got: “Rewşa mirovî ya bi xeternak ji ber vê yekê xirabtir bû û mercên çareseriya siyasî zehmetir dibin.

Lînde da xuyakirin ku hikûmeta Swêd daxuyaniyên Tirkiyeyê ya operasyoneke li dijî Bakurê Sûriyeyê cidî digirin û got: “Li bîra herkesê dixin ku divê Tirkiye û hemû alî divê li gorî hiqûqa navneteweyî tev bigerin.”

Lînde domdarî got: “Rewşa Kurdan faktorekî ku bandorê li hemû herêmê dike ye û wê rê li ber pêvajoyeke nû ya aştiyê li Tirkiyeyê pêk bê û encamên baş li ser sînorê Sûriye û herêmê bi xwe re bîne.” Linde anî ziman ku vê ramana xwe di hevdîtinên du alî û bi rêya Yekîtiya Ewropayê ji bo rayedarên Tirkiyeyê ragihandine.