Sûr jiyan e, nabe ku were hilweşandin

Rêxistina Navçeya Kadikoyê ya HDP’ê li dijî hilweşandina Sûrê bi şîara “Sûr jiyan e, nabe ku were hilweşandin”li Kadikoyê çalakiyek li dar xist.

Bi pêşengiya Rêxistina Navçeya Kadikoyê ya HDP’ê li dijî hilweşandina Sûrê çalakiya “Sûr jiyan e, nabe ku were hilweşandin” hate lidarxistin. Li ser navê girseyê Hevseroka Rêxistina Navçeya Kadikoyê ya HDP’ê Gul Demîr daxuyanî xwend.

Demîr di daxuyaniyê de diyar kir ku hikumetê bi tank û topan li bajar û navçeyên Kurdistanê da û bi sedan mirovan ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dan, li Cizîrê jî 150 mirov bi saxî hatin şewitandin.

‘EM Ê JI VÊ HILWEŞANDINÊ RE BIBÊJIN ÊDÎ BES E!’

Demîr destnîşan kir ku hê di binê enkazan de cenazeyên mirovan heye û li ser cenazeyan dixwazin bajarên nû ava bikin û got, “Em ê ji vê hilweşandina dîrok û çandî û bîrê re bibêjin êdî bes e. Em ê li hemberî vê zilm û zordariyê stûyê xwe xwar nekin.” Demîr bang li kesên bihistyar kir ku bila piştgiriya gelê li Sûrê bikin.