Stranbêjê Kurd Grîşa Amoyev jiyana xwe ji dest da

Stranbêjê Kurd Grîşa Amoyev di 80’ê saliya xwe de li Moskowê jiyana xwe ji dest da.

Stranbêjê Kurd Grîşa Amoyev li nexweşxaneya Moskowê ku lê tedawî dibû, dilê wî sekinî û jiyana xwe ji dest da.

Amoyev li paytexta Gurcîstanê Tiflîsê 12’ê Adara 1947’an jidayik bûbû, ev 23 sal in li Moskowê dijiya. Amoyev piştî ku zanîngeh qedand bi sporê re mijûl bû di avjeniyê de li Gurcîstanê xelata yekemîn stand. Piştre bi desteka malbatê bi muzîka Kurd re têkildar bû.

STRANÊN ŞOREŞÊ STRAND

Amoyev bavê 4 zarokan bû. Piştî ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li Kurdistanê û li derveyî welat belav bû stranên şoreşê strand.

Amoyev 2005’an li Newroza Amedê piştî ku strana ‘Lêxin birano lêxin’ ya Keremê Ankosî nivîsî û wê strandî gotî ji hêla dewleta Tirk ve hate dersînorkirin.

Amoyev bi temenê xwe li gel ku pîr bûbû jî xebatên xwe yên li ser muzîkê domand. Herî dawî di bernameyeke Civakên Dewletên Serbixwe de stranên şoreşê bi coşiyekê standibû.