Spronsen ê ku li DYE’yê hate kuştin, pesnê YPJ’ê da

Anarşîst û antîfaşîst Wîllem Van Spronsen ê ku dema li dijî navenda destgîrkirina koçberan a li bajarê Tacomayê ya eyaleta Washîngtonê ya DYE’yê de polîsan ew kuşt, di manîfestoya xwe de pesnê YPJ’ê dabû.

Anarşîst Wîllem Van Spronsen ê 69 salî dema ku xwest li dijî Navenda Şandina Koçberan a Tacomayê ya li Girava Vashonê ya Washîngtonê çalakiya sabotajê li dar bixe, ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.

Tê îddîakirina ku Wîllem Van Spronsen tevî teqemenîyan xwest ku li navenda destgîrkirina koçberan çalakiyeke sabotajê li dar bixe. Vê navenda koçberan ji zû ve ye li ser şandina koçberan dixebite.

Beriya çalakiyê bi 6 saetan li dijî dersînorkirinê çalakiyek hatibû lidarxistin. 4 polîsan hemû şarjorên xwe di Van Spronsen de vala kirin.

Spronsen ê ku di êrîşa polîsan de mir, manîfestoyeke wî ya di 13’ê Tîrmeha 2019’an derket holê.

Di manîfestoya wî de ji bo YPJ’ê ya ku li Rojava hêza parastina jinan e, pesn tê kirin. Di manîfestoya wî de ev tişt tê diyarkirin:

“Tiştên şaş hene û yên rast hene… Li hemberî hêzên xerabîyê dema tevgerînê ye.

Ez xeyalperestek im û bawerîyê bi hezkirin û rizgariyê tînim. Ez bawer im em ê bi ser bikevin. Ji ber ku ez şoreşger im ez gelekî bextewar im. Divê em hemû li wêneyên qehremanên YPJ’ê binihêrin. Divê em bilerizin û bifikirin ku gelo xeyalên me nikarin pêk werin?

Di van rojan de holîganên faşîst ên dewletê û dewlet piştgirîyê dide wan, li kolanan êrîşê mirovan dike, di van rojan de em ê geşbûna faşîzmê dibînin.”