Sirûşta Kurdistanê bi HES û bendavan tê tinekirin

Dewleta Tirk ku ji bo cografyaya Kurdistanê tine bike her cure teknîkê bi kar tîne her wiha li ser hemû çemên welêt HES û bendavan çêdike û sirûşta Kurdistanê tine dike.

Dewleta Tirk ku ji bo cografyaya Kurdistanê tine bike her cure teknîkê bi kar tîne her wiha li ser hemû çemên welêt HES û bendavan çêdike û sirûşta Kurdistanê tine dike.

Dewleta Tirk li ser hemû çem, robaran HES û bendavan çêdike û bi vî rengî qira sirûşta Kurdistanê nîn e. Dewleta bi HES û bendavanan kehniyên Kurdistanê dimiçiqîne û ziyanê dide sirûşta Kurdistanê. HES û bendav ji ber ku bi sedema ‘ewlehiyê’ têne çêkirin ti sûda wan nîn e, raçîna sirûşta û çandî tine dikin. Ev HES û bendav bi mebesta ku rantê ji şîrketên AKP’ê re çêbikin, têne çêkirin.

HES Û BENDAV JIYANA SIRUŞTÎ TINE DIKIN

HES û bendan dibine sedem ku zindiyên li av û çeman tine bibin, nebat biqelin. Xebatên avakirina santralê jî hewayê dilewitînin. Ji ber HES’ê ji ber qutkirina avê ya ji ser erdan qadên çandiniyê diqelin. Li gel ziyana li siruştê her wiha rê li ber nexweşiyê jî vedikin. Ji ber bendavan, hêwî zêde dibe, xwêya li axê zêde dibe û qadên çandiniyê tine dibin. Li gel van jî raçîna nebatê diqele, şape û şeqitîna erdê jî zêde dibin.

BENDAVÊN EWLEHIYÊ ARMANC DIKIN KU HERÊMÊ VALA BIKIN

Ye ji hedefa sereke ya dewletê ya bi HES û bendavan a li cografya Kurdistanê ya li ser gol û bêrman ew e ku rêyên hatin û çûnê yên gerîla bibirin. Dewlet dixwaze gelî û deştên ku çemên Kurdistanê bi azadî lê diherikin bi HES û bendavan tine bike, bi vî rengî jî qadên çandiniyê û xwedîkirina sewal û dewara jî tine dike. Dewlet bi rengê ku kanên aboriyê yên civakê ziwa bike dixwaze zorê li gel bike ku koç bikin, lê gel li dijî van polîtîkayan cihên xwe bernadin û bersiva hewce didine dewletê.

 ‘HES Û BENDAV BI MEBESTA EWLEHIYÊ TÊNE ÇÊKIRIN’

Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Wanê ya KCD’ê Fatîh Şahîn diyar kir bendav û HES’ên ku li Wanê û bajarên din hatin çêkirin û têne çêkirin bi mebesta ewlehiyê ne. Şahîn diyar kir ku ti sûda HES’an û bendavan li herêmê nîn e û dibe sedem ku raçîna sirûşt û çandê biqelihe. Şahîn got: ‘’Bi lêçûna li HES û bendavan mirov dikare gelek sûdê di hêla aborî, sosyal, çandî, tendirustî, perwerdehiyê bide ya bajarekî. Bi bendavên ewlehiyê û HES’an rantê didin şîrketên alîgir. HES û bendavên ku bi navê polîtîkayên enerjiyê çêdikin, ziyanê didine gelê herêmê, ziyanên jiyanî didine flora û faunaya herêmê.’’

 ‘ZIYANA KU HES Û BENDAV DIDIN NAYÊN HIJMARÊ’

Şahîn got ziyana ku HES û bendav didin sirûştê nayên hijmarê û got: ‘’HES’a ku li ber sûlava Bêgirê hatiye danîn dibe sedema tinebûna vê silûva nûwazeya sirûştê. Hatiye astengkirin ku bi gurbûn û azad biherike û dîl hatiye girtin. Bi HES’an av jî têra xwe nayê dayin, rê li ber wê vekiriye ku nebatên li ser rêgeha avê biqelin. Li rêgeha ku HES hatine danîn kehnî miçiqî ne. Heriya HES’ê  bi çemê Bendîmahî diçe ser Gola Wanê, cihên ku masî lê hêkan dikin dilewitînin û gefê li wan dixwin. Zelalliya Kanîspiyê wê bi HES’an dîl şîlo bibe, Çemê Mûradê wê êdîn ebe ava herî xweş a dinyayê, spora raftîngê wê êdî neyê kirin. Masiyê sorbelek ê Çemê Botanê û nifşên samûrên avî wê bikeve talokeyê. Ji ber bendavên ewlehiyê wê herêmên Zîlan, Derbastî û Şaxê ziyanê bibînin. Wê xwêya erdê zêde bibe. Wê bi tinebûna Sûlava Bêgirê, Çemê Bendîmahî, Çemê Mûradê û Kanî Spiyê turîzm jî tine bibe. Bendan bi sedema nixumandina komkujiya Zîlanê ya 1933’yan e. ‘’

 ‘JI BO ENERJIYÊ ALTERNATÎFÊN DÎ HENE’

Şahîn got bêyî ku HES werin çêkirin, divê Raporên Nirxandinên Bandorê Yên Derdorê werin amadekirin, bêyî ku ziyanê bidin derdor, sirûşt, dîrok û nirxên çandî werin kirin û wiha bi nav de çû: ‘’Li Norwêç, Swêd û li gelek welatan dema ku gilêşa bajêr tê kirîn ev bi veguherandinê enerjî tê bidestxistin. Ji bo enerjiyê alternatîfên dî hene lê mixabin li Wanê gilêşan davêjin ser rêya Qelqelî ye, ba, şape wan dide ber xwe, sirûştê û ava bin erdê wiha dilewite. Beriya ku kêzîna Wanê were paqijkirin dema ku wê bi ser Gola Wanê de berdidin ev ziyaneke mezin dide Golê. Bi paqijkirina biyolojîk Gola Wanê dikare were paqijkirin û tilp, heriya wê dikare mirov bike enerjî û elektîrîk. Li dinyayê duyemîn welatê ku pir roj dikeve ser Tirkiye ye û bajarê pêşî jî Wan e, bi danîna pergala enerjiyê ya rojê mirov dikare alternatîfê çêbike. Mirov li deverên bilind ku ba lê xurt e RES’an deyne ev dikare bibe alternatîfeke baş.’’