Sirûşt li bara mirov dişike

Êrîşeke giran li ser sirûştê heye. Mirov di dîrokê de bi rengekî ku nehatiye dîtin sirûştê gemarî dikin. Beşek ji sirûştê çû, ya mayî jî li xwe dişike.

Platforma zanistî û siyasî (IPBES) ya nav hikûmetî ya li ser biyocelebê û xizmetên ekosîstemê 29'ê Nîsanê li Parîsê kom bû. Nûner û zanyar ji 132 welatan hevdiyekê li hev rûniştin. Di rojeva civînê de raporeke 1800 rûpelî ya pisporan hebû. Di raporê de tê gotin ekosîstem hildiweşin, av û hewa dilewite, bi sed hezaran celeb li ber nemanê ne. Di raporê de tespîtea sereke wiha ye ''Jixwe beşekî mezin ê sirûştê çû, ya mayî jî dilewite''.

SIRÛŞT XIZMETÊN GIRANBIHA DIDE LÊ..

Sirûşt xizmeteke giranbiha ji mirov re dike. Di serê van de av, zad, enerjî, tekstîl, mînarel û derman hene. Qadên hilberîna çandî zêde bûn, masîgirî van 50 salên dawî 50 ji 100'î zêde bû. 2 milyar mirov daran ji xwe re dikin kana enerjiyê. 25 heta bi 50 ji 100'î yên dermanan ji sirûştê têne standin.

Mîkroorganîzma ji bo fîltrekirina av û hewayê pir girîng in. Nebat û okyanûs ji nîvê zêdetir CO2 ya ku rê li ber germbûna global vedikin, dimije. Lê mirovahî bi qasî ku di dîrokê de berê nehatiye dîtin li bara sirûştê dirinde ne û wê dilewitînin. Di raporê de tê gotin, ''75 ji 100'î yê derdora bejahiyê, 40 ji 100'î yê derdora deryayê û 50 ji 100'î yê çem û robaran nîşaneya xirabûnê didin.''

HER DEVER KIRIN BAJAR

40 ji 100'î yê bejahiyê bûne qadên çandiniyê û bajêr. Ji okyanosan 13 ji 100'î û ji bejahiyê tenê 23 ji 100'î hê bi rengê ''hov'' têne senifandin. Ev der jî piranî deverên xalî ne û tiştek lê nayê hilberandin.

40 JI 100'Î YÊ MIROVAN NIKARE AVA PAQIJ VEXWE

Ji ber ku nifûsa cîhanê 60 ji 100'î li bajaran diçî, qadên bajaran ji 1992'yan û vir ve du caran li berê zêde kirine.

80 ji 100'î yê ava ku li gerestêrkê tê bikaranîn bê miqateyî li derdorê dirie, nêzî 300-400 milyon ton metalên giran, heriya kîmyewî, bermayên din tevlî nav avê dibin û ji bo vê 40 ji 100'î yê nifûsa cîhanê nikare ava paqij vexwe.