Şîlan Kobanê tevî 4 hevalên xwe li Hannoverê hatin bibîranîn

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, jinên PYD’yî duh Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD Meysa Bakî nasnav Şîlan Kobanê ya 29'ê Mijdara sala 2004'an di encama êrîşekê de tevî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn.

Ji bo bîranîna Şehîd Şîlan û 4 hevalên wê ku jiyana xwe ji dest dabûn li Hannoverê, li navenda NAV-DEM’ê bernameyeke bîranînê li dar xistin. Bername bi tevlîbûna gelek welatiyan pêk hat.
Di merasîmê de piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Jinên PYD’yî yên Hannoverê Mizgîn Adem di bîranînê de axivî û bal kişande ser roja jina Kurd a di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de. Her wiha li ser navê Rêveberiya PYD’ê ya Elmanya Xebat Şakir  jî bal kişande ser pêvajoya avakirina PYD’ê û rista Şehîd Şîlan a li dijî tesfîyekaran û rista wê ya siyasî.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan jî Silêman Qamişlo behsa giringiya şehîdan di nav Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de kir û diyar kir ku ew ê tim li ser rêça wan bimînin.

Bi navê Meclîsa Jinên Ronahî jî axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku pêwistî bi rêxistinbûna jinê heye. Li ser navê Meclîsa NAV-DEM’ê Hisên jî got rola Şehîd Şîlan mîna ya Xeyrî û Heqiyan e di Tevgera Azadiyê de.

29'ê Mijdara sala 2004'an Rêvebera PYD’ê Şîlan Kobanê (Meysa Bakî)  û 4 hevalên wê, Fûat (Hîkmet Tokmak), Zekeriya Toros (Zekeriya Îbrahîm), Ciwan Kobanê (Hacî Cuma Alî), Cemîl Nebo (Nebo Elî) dema ku bi karê xwe yê rêxistinî radibûn, li bajarê Mûsilê bi êrîşeke çekdarî tên qetilkirin.

...