Sezona avjeniyê ya li Birka Anzelayê qediya

Sezona avjeniyê ya li Birka Anzelayê ku li navçeya Sûrê ya Amedê ye qediya.

Birka Anzela li kolana Kesmelî ya taxa Melîkahmet a navçeya Sûrê ya Amedê ye. Mîna her salê îsal jî bû devereke sereke ku zarok havînê lê civiyan. Îsal jî zarokên Amedê di germa havînê de xwe li nava ava Anzelayê hênik kirin. Piştî ku dinya cemidî û serma payîzê zû dest pê kir, sezona avjeniyê ya li Birka Anzelayê qediya.

Birka bi Masî yê li Sûrê ku di gelek efsane û stranan de qala wê tê kirin, sala 1978'an ji ber bajarvaniya neçê bi temamî ji holê rabû. Dûre avahiya arkujiyê li ser wê hate çêkirin. Piştî 38 salan, Şaredariya DEHAP'ê sala 2004'an herêm ji nû ve sererast kir.

Ava Anzelayê ku heta salên 1950'î yek ji sê çavkaniyên girîng ên bajêr bû, berê li dora taxa Deriyê Mêrdinê ya Amedê digeriya, ji herêma Dabakxaneyê derbas dibû û xwe berdida nava Çemê Dîcleyê.