Sewalkaran nekarîn xwe ji zivistanê re amade bikin

Sewalkaran ji ber qedexeya li ser zozan û çêrgehan, biharê û havînê nekarîn ji bo heywanên xwe giha bidin hev. Lewma amadekariyeke baş ji zivistanê re nekarîne bikin.

Li gelek bajarên Kurdistanê bi taybetî li Wan û Colemêrgê bi hezaran zozan û çêrgeh li welatiyan hatin qedexekirin. Ji ber qedexeya bihar û havînê ya li zozan û çêrgehan, gundî nekarîbûn biçin zozanan. Lewma jî nekarîn heywanên xwe bi têrkerî xwedî bikin.

Gundî neçar man heywanên xwe havînê li derdora gund û bajaran xwedî bikin. Bi hezaran heywanên ku neçarîn li zozanan bên çêrandin, ji germê telef bûn. Gundiyên ku nekarîn ji gund û bajaran derkevin, ji bo heywanên xwe nekarîn amadekariya zivistanê bikin. Gundiyan ji bo heywanên xwe nekarîn gihayê kom bikin, lewma rojên zehmet li ber wan e.

Sewalkar her sal ji biharê heta zivistanê li zozanan dimînin. Sewalkarên ku 7 mehan li zozanan dimînin, piştre heywanên xwe tînin nava gund an jî bajêr.

Xwediyên heywanan ên li zozanan dimînin, penêr, mast, rûn, hirî û goşt amade dikin. Beşek ji van berheman tên firotin, beşek jî ji bo zivistanê tên hilanîn. Li zozan û çêrgehan giha tê hevdan û ji bo zivistanê amadekarî tê kirin. Ji ber ku zozan û çêrgeh li gundiyan hatin qedexekirin, îsal nekarîn karê xwe bikin û ji bo zivistanê jî nekarîn amadekariyê ji bo heywanên xwe bikin.

HINEKAN DEST JI SEWALKARIYÊ BERDAN

Gundiyên li navçeyên Elbak, Ebex, Bêgir û Erdîşê yên Wanê sewalkariyê dikin, piraniya wan îsal nekarîn biçin zozanan. Welatiyên li van herêman sewalkariyê dikin, bihar û havînê li zozanan, zivistanê jî sewalên xwe li axuran diçêrandin.

Sewalkarên ku ji ber zedeyê nekarîn biçin zozanan, neçar man tevahiya salê heywanên xwe li axuran xwedî bikin. Sewalkar îsal neçar in giha û ka ji bo heywanên xwe bikirin ku karibin zivistanê wan xwedî bikin. Gelek sewalkar ji ber qedexeya li ser zozanan neçar man dest ji karê xwe berdin.

Ahmet Tûnç ku bi salan e li Wanê sewalkariyê dike got, "Min tevî malbata xwe biharê heywanên xwe dibirin zozanan. Van du salên dawî ji ber qedexeyê em nikarin bibin. Ji bo heywan baş bên xwedîkirin û germahî bandorê li wan neke, havînê divê teqez bibin zozanan. Ji ber ku me nekarîn bibin zozanan îsal 23 heywanên mirin telef bûn. Her sal ji bo zivistanê me giha kom dikir, lê du sal in nikarim wê jî bikim. Hêza min nîne ku ka û êm bikirim. Heywanên me wê havînê ji germê, zivistanê jî ji birçîbûna bimirin."