Şert û mercên nebaş ên sosyo-ekonomîk, emrê mirovan kêm dikin

Li gorî lêkolînek li Brîtanyayê hat kirin, şert û mercên nebaş ên sosyo-ekonomîk, ya jî mayîna timî ya li herêmekê, emrê mirovan herî kêm bi 2 salan kêm dike.

Ev lêkolîn li kovara tenduristiyê The Lancet a Îngilîz hat weşandin. Di vê çarçoveyê de 48 lêkolînên beriya niha li DYA, Awûstralya û gelek welatên Ewropayê hatin kirin, ji nû ve hatin nirxandin.

Li gorî lêkolînê, şert û mercên nebaş ên sosyo-ekonomîk bandoreke neyînî li emrê mirovan dike û bi qasî 2,1 salan emrê mirovan kêm dike. Di lêkolînê de 'şert û mercên nebaş' bi nebûna karekî têrker an jî perwerdeyek di asteke nizm de, hat ravekirin.

Di dewama lêkolînê de hat destnîşankirin, ku kişandina cixareyê emrê mirovan bi qasî 4,8 salan, nexweşiya şekir jî 3,9 salan kêm dike. Emrê mirovan ên tevahiya emrê xwe li bajarekî yan jî herêmekê derbas kiriye, bi 2,4 salan kêm dibe.

Ji lêkolîneran Mîka Kîvîmakî ya ji Zanîngeha Kolej a Londonê got, "Em dizanin ku perwerde, asta hatineyê û şertên xebatê bandorê li tenduristiya mirovan dike. Lê belê me nedizanîbû ku di kîjan astê de bandorê dike."

Lêkolîner dibêjin, şert û mercên sosyo-ekonomîk bi polîtîkayên herêmî, neteweyî yan jî navneteweyî re dikarin bên guhertin û destnîşan kirin, ku ev guhertin, ji bo emrê mirovan ji alîkariya berdana cixareyê yan jî pêşniyarên diyetê bêhtir girîng e.

Rêveberê lêkolînê Paolo Vîneîs jî bal kişand ser girîngiya statuya sosyo-ekonomîk ji bo jiyana mirovan.