Sêrt: Divê em li ber kesên êrîşî bajarên me dikin rabin

Endama Komîteya Perwerdeyê ya PAJK'ê Rojda Sêrt diyar kir, ku AKP êrîşî bajaran dike û got, "Divê em li hemberî kes û hêzên êrîşî bajarên me dikin rabin ser piyan."

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Rojda Sêrt, li ser êrîşên dagirkerî û mêtingeriya AKP'ê ji ANF'ê re axivî.

Sêrt bibîr xist, ku împaratorî dema ku êrîşî civakan dikin, di destpêkê de êrîşî wargeh, berhem, huner û dîroka civakan dikin ku bi vî rengî hiş û bîra civakan ji holê rakin. Sêrt got, "Êrîşên destpêkê yên li Kurdistan û quntarên Zagrosan ji aliyê Sumeran ve hatin kirin. Piştre bi êrîşa Akadan a li dijî Sumeran dewam kir. Bi bajarê navdar ê Zenobya Palmîra û piştre jî bajarê Troya yê Anatoliyê re hilweşandina bajaran heta roja îro dewam kir."

Sêrt bal kişand ser berxwedanên di herikîna dîrokê de hatin kirin û anî ziman, ku ev berxwedan ji ber hebûna bîra dîrokê û hişmendiya civakî ya bi mirovan re, rû dane.

Sêrt got, "Eger di nava civakekê de berxwedan hebe, ev yek xwe dispêre dîrokê. Eger hişmendiya dîrokî qels bû be, wê hebûna civakî jî pê re bihele. Yekane rêya helandina hişmendiya civakî jî pêwendiya xwe bi hişmendiya dîrokê heye."

'TIRS Û XOFA BERXWEDANÊ KETIYE DILÊ AKP'Ê'

Di dewama axaftina xwe de Sêrt got, "Ji bo mirov nekevin bin bandora otorîteyan û sîstemên cuda yên hiqûq, felsefe û exlaqî, pêwîstî bi kevneşopiyeke mezin a berxwedanê ya bi nirxên cewherî heye. Ev kevneşopşî jî wê hebûn û xwebûneke mezin bi xwe re bîne" destnîşan kir, ku AKP ji kevneşopiya berxwedanê ya civakê ditirse, lewma êrîşî berhem, hiş û bîra dîrokî dike.

Sêrt da zanîn, AKP amûrên kapîtalîzmê bi kar tîne, cih û warên gel li gorî mejiyê netewe dewletê ji nû ve ava dike û ev nirxandin kir:

"Yanî hewl dide jiyana civakê li gorî xwe diyar bike û bi temamî kontrol bike. Ji bo vê yekê bêhtir karibe kontrol bike, jê bixwe, zext û serdestiyê lê bike, vê yekê dike.

Xuya ye di vî warî de pirsgirêkên AKP'ê hene, li pêşberî berxwedana li Kurdistanê nekariye desthilatdariya xwe li ser tevahiya civakê ferz bike. Ji ber ku nikare bandorê bike, zehmetiyan dikişîne. Bi vê rewşa xwe ya tengav, bi navê 'veguherîna bajar' ya jî TOKÎ, hewl dide avahiyên dîrokî yên bîra civakê dafirîne, tine bike. Yanî dixwaze bajar ji bajarbûnê derxîne. Gelo ev nayê wê wateyê ku bajarbûnê pûç dike? Ji bilî têkiliyên şexsî yên kapîtalîzmê, ya ku çanda demokrasiyê, xweşbînî û têkiliyên xwezayî diparêze û civakê li ser piyan digire, têkiliyên komunal e. Dixwaze van têkiliyan ji holê rake."

'DIVÊ JIN DI NAVA PROJEYÊN BAJARAN DE CIH BIGIRIN'

Sêrt bibîr xist, ku li bajaran êdî çînbûn, dewletbûn û desthilatdarî hê bêhtir bandora xwe dikin û civakîbûn gav bi gav tê parçekirin.

Sêrt bal kişand ser cihê jinê di karê ji nû ve avakirina bajaran de û got, "Li kolanan, dibistanê, malê, kargehê û li her qada civakî ya bajaran, jin ji aliyê desthilatdaran ve dibin hedefa şîdetê. Dewlet hebûna xwe bi vî rengî didomîne. Eger ev nebe, ne netewe dewlet ne jî desthilatdarî nikare bandoreke bi vî rengî li civakê bike.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya PAJK'ê Rojda Sêrt herî dawî işaret bi berpirsyariyên jinan kir û got, "Di projeyên jinan de divê em jin jî cih bigirin. Pêwîste jin hebû di vê mijarê de bi dirûşma 'bajar ên me ne, em xwedî li bajarên xwe derkevin' tevbigerin. Dewletê bajarê me xera kiribe jî, dixwaze xera bike jî ev bajar xwebûna me ye. Li Sûr, Cizîr, Şirnex û hemû bajarên berxwedanê yên hatine xerakirin, divê jin li hev bicivin û bi konsensusekê tevbigerin. Ji ber ku çanda berxwedanê hê heye. Şêniyên bajar û gundên hatine xerakirin û şewitandin û jin divê bi hev re tebbigerin û gundan bi projeyên nû ji nû ve dîzayn bikin.

Ev yek berpirsyariyeke civakî ye. Dîrok û ûcdan vê yekê li me ferz dikin. Dem hatiye ku em bi ûcdanê xwe tevbigerin. Pêwîstî bi berpirsyariyeke ûcdanî û exlaqî heye. Bajar ê me ye, em jî yên bajarê xwe ne; lazim e bi vî rengî be. Dagirkerî çanda qirkirinê ya mêtingeriyê ye. Lîstina bi xeml û rewşa bajêr, destwerdan e, ji ber ku li wê derê keda hezaran salî heye. Eger dîrok vegotina hebûna me be, eger destekî biyanî driêj dibe, destekî zordar, dagirker dirêjî deriyê me dibe, dirêjî bedena bajarekî dibe, lazim e em bikin qîrîn û rabin ser piyan. Eger em ranabin ser piyan û dengê xwe dernaxînin, divê em rûmet û namûsa xwe gelek caran di ber çavan re derbas bikin. Destwerdana li bajarê me, destwerdana li dîrok û çanda me ye. Divê em vê ji bîr nekin."