Serlêdana ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kirin. Pêşbirka ku ji beşên “Nûçeyên Tirkî”, “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkator” û “Nûçeyên Jinê” pêk tê wê ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve bê kirin.

Ji bo bîranîna Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser kar jiyana xwe ji dest dan, ji sala 1993'an heta niha her sal “Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter" tên li dar xistin. Îsal jî pêşbirka Rojnamevaniyê bi zimanê Kurdî û Tirkî pêk tê. Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê ku wê îsal cara 27’emîn bê lidarxistin, dest pê kirin. Pêşbirka ku sala par ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve hatibû li dar xistin, îsal dîsa ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin. Serlêdan heta 10’ê Îlona 2019'an jî dikarin bên kirin. Pêşbirk ji “Nûçeyên Kurdî", “Nûçeyên Tirkî", “Wêne (Wêneyên Nûçeyan)”, “Karîkatur” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz “Nûçegihantiya Jinê” bi giştî ji 5 beşan pêk tê. Encama pêşbirkê wê di 18’ê Îlona 2019'an de bê eşkerekirin.

Piştî desteya bijartinê guncav bibîne wê xebatên serketî bi texdîr û pesnê bên nirxandin. Diyariya xelatan ji bo her beşê 5.000 TL ye. Her beşdar tenê dikarin di beşekê de û tenê bi berhemekê tev li pêşbirkê bibin. Berhemên ku ji bo xelatê bên şandin, wê dîsa paşve neyên şandin. Wê di rojnameyê de bên weşandin. Her beşdar dikarin berhemên xwe bi PTT'ê an jî kargo bişînin. Dikarin bi destan jî teslîm bikin. Berhemên ku bi rêya postayê ango kargoyê negêjin navnîşanê berpirsiyarî aydî xwediyê wê ye.

Şartnameya pêşbirkê ku ji aliyê rojnameya Yenî Yaşamê ve hatiye weşandin wiha ne;

ŞARTNAMEYA XELATÊN ROJNAMEVANIYÊ YÊN ŞEHÎDÊN ÇAPEMENIYA AZAD Û MUSA ANTER A 2019'AN

* Rojnameya Yenî Yaşam îsal ji bo Musa Anter û xebatkarên çapemeniya azad ên li ser kar şehîd ketin, pêşbirka “Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniyê û Musa Anter” a her sal tê amadekirin li dar dixe.

Zimanê pêşbirkê bi kurdî û tirkî ye.

Pêşbirk di 5 kategoriyên cuda yên ‘Nûçeyên Kurdî”, “Nûçeyên Tirkî”, "Nûçegihantiya Jinê ya Gurbetellî Ersoz" “Wêneyê Nûçeyan” û “Karîkatûr” de tê lidarxistin.

Di her kategoriyê de tenê xelatek tê dayîn. Kesê dibe yekem xelatê digire. Ku jurî guncav bibîne dikare xebatên serketî bi rûmetdariyê binirxîne.

Beşdar tenê dikare di kategoriyekê de û bi berhemekî beşdar bibe.

Ji bo her beşê xelata berhemê 5.000 TL ye.

Nirxandinên têkildarî kategoriyan li gel xebatên rasterast ji pêşbirkê re hatine şandin, wê pêşniyarên desteyên pêşnimandinê jî li ber çavan bên girtin û wisa bên kirin.

Berhemên hatine şandin paşve nayên dayîn û wê karibin di rojnameyê de bên weşandin.

Divê berhem herî dereng di 10’ê Îlona 2019’an de bên şandin. Berhemên ku hêjayî xelatê bên dîtin, wê di 18'ê Îlona 2019'an de bên eşkerekirin.

Pêwiste ku berhem bi rêya PTT, APS, kargo an jî bi awayek tahaûdî bêne şandin. Ji windabûna berhemên ji bilî van rêyan, bi rêyeke din hatibin şandin winda bibin, berpirsyar kesê ku berhem şandiye ye.

ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ

* Hemû kesên şert û mercên di şertnameyê de hatine diyarkirin bicih bînin, dikarin tevli pêşbirkê bibin.

* Endamên juriyê û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşam nikarin tevli pêşbirkê bibin. Berhemên ji pêşbirkê re tên şandin dê an nehatibin weşandin û an jî piştî 10’ê îlona 2017’an hatibin weşandin.

* Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di pêşbirkek din de xelat û mansiyon negirtine tevli pêşbirkê bibin. Piştî 10'ê Îlona 2018'an û şûnde divê hatibin weşandin.

* Ku derkeve holê xelatê berhemê di pêşbirkek din de mafê xelat, mansiyon û pêşandanê girtiye, wê der barê beşdar de biryara binpêkirina pîvanan bê dayîn û xelat wê bê betalkirin. Ku xelat hatibe girtin, divê beşdar xelatê paşve bide. Ev rewş ji bo beşdarên din tu mafên nû dernaxe holê.

* Ger beşdar berhema ku aydî wî/ê nîne wekî aydî xwe bide nîşandin, hemû hewldanên xapandin û di bin bandorê de hiştina juriyê bên tespîtkirin, wê ji aliyê ve juriyê der barê beşdar de biryara şertên tevlibûnê binpê kiriye bê dayîn.

* Hemû beşdar ku berhemên xwe bişînin pêşbirkê ev tê wê wateyê ku şertên tevlibûnê qebûl kirine. Kesên ku şertên tevlibûnê neynin cih, ji pêşbirkê tên derxistin.

* Ku berhem nehatibe weşandin, pêwist e ku navê berhemê, cih û demakişandin/xêzkirina wê, ku hatibe weşandin jî, rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV’a tê de hatiye weşandin, dema weşandinê û kopiyek berhemê ya ji van weşanan hatiye girtin bê şandin.

* Beşdar divê kurtejiyan, navnîşanên ragihandinê û agahiyên der barê berhemê de wekî nivîsek bixin nav dosyayê û bi wêneyekî (1) bixin dosyaya serlêdanê

Beşên Nûçeyên Kurdî Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên Jinê:

* Beşdar dikarin di qadên wekî polîtîka, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, jiyan û civak, çand û huner, spor û hwd tevli pêşbirkê bibin. Pêwiste nûçe wekî 5 (pênc) nûsheyan bê amadekirin û şandin.

Wêne:

* Pêwist e ku bi etîketekê navê berhemê li ser quncikê jêr ê çepê yê berhemê bê nivîsandin.

* Divê berhemên ku di kategoriya wêneyê de tên şandin, ji aliyê ebatî ve wiha bin: Aliyê kin herî kêm 2000 pîksel, dahûraneriya wê 300 dpî û asta şidandina wê12 be.

* Ku jurî pêwîstî bibîne, dikare ji beşdaran orjînala (Raw) wêneyê jî bixwaze.

* Wêneyê li ser hatiye lîstin û reseniya wê (ji bilî ronahî, reng û eyarên kontrastê) hatiye xirabkirin dê li ber çavan neyên girtin.

Karîkatûr:

* Pêwîst e ku li ser quncikê çepê yê milê piştê yê karîkatûrê bi etîketekê navê berhemê bê nivîsandin.

* Xêzker di bikaranîna teknîkê de serbest e. Lê divê berhem orjînal be. Bi şertê ku hunermend îmze bike (îmzeya şil) dikare berhemên dijîtal jî bişîne.

*Pêwîst e ku ebadên karîkatûrê A4 (21x29.7cm) herî zêde A3 (29.7x42cm) bibe. Divê berhem li ser tu zemînan nehatibe zeliqandin.

DESTEYA HILBIJARTINÊ

Nûçeyên Tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatih Polat, Faruk Eren, Îbrahim Varli, M. Ferhat Çelîk.

Nuçeyên Kurdî: Suna Tunç, Ramazan Umar, Semiha Alankuş, Ferit Demirel, Mehmet Ali Ertaş.

Nûçeyên Jinê: Nevin Cerav, Mehveş Evin, Melis Alphan, Nejla Demir, Beritan Elyakut.

Wêne: Mustafa Seven, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Ramazan Ozturk, Nazmi Belge.

Karikatur: Dogan Guzel, Gulay Batur, Îmam Cîcî, Sefer Selvi.

Navnîşana ku beşdar berhemên xwe bişînin wiha ye.

Web: yeniyasamgazetesi.com e-posta: [email protected]

Telefon: 0 212 252 83 99

Fax: 0 212 252 83 90

Navnîşan: Taxa Şehit Muhtar, Bekar Sokak No: 7/3 Beyoglu/Stenbol

Weşanên ji çanda Çapemeniya Azad tên ji sala 1993’yan heta niha Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter didin. Xelat îsal dîsa ji hêla Rojnameya Yenî Yaşam ve tê dayîn.