Serê du heftiyan zimanek ji holê radibe

Bi wesîleya Roja Gelên Xwecih ên Cîhanê Netewên Yekbûyî (NY) daxuyanî da û got, zimanên ku piranî ji zimanên gelên xwecih pêk tên, bilez ji holê radibin.

Sekreterê Giştî yê NY'yê ji bo rojê daxuyanî da û got serê du heftiyan carekê zimanekî xwecih ji holê radibe.

Guterres got bi her zimanekî re ku yê ji holê radibe, rêz û rêçik û dîrok jî ji holê radibe û diyar kir, ji bo berevaniya li gelên xwecih, wê destekê bidin her cure insîyatîvê.

ZOR Û ZEHMETIYA LI SER WAN PIR ZÊDE YE

Li ser rûyê cîhanê li 90 welatî 370 gelên xwecih dijîn û herî pir polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin. Xwecih 5 ji 1002î yê nifûsa cîhanê ne, lê 15 ji 100'î yê mirovên ku polîtîkayên cihêkariyê li ser wan tê kirin û têne marjînelekirin ji gelên xwecih pêk tê. Ango, li gorî gelên din zor û zehmetiya li ser wan 3 caran li zor û zehmetiya li ser civakên din e.

PIRANIYA ZIMANÊN CÎHANÊ ZIMANÊN XWECIH IN

Li gorî daneyên NY'yê beşekî mezin ê wan zimanên ku her sal ji holê radibin, di serî Çermsorên ku naxwazin qadên xwe jiyanê berdin, ji hêla gelên xwecih ve têne axaftin. Her çendî piranî 6 hezar û 700 zimanî ji hêla gelên xwecih ve were axaftin jî, her sal bi dehan ziman ji holê radibin.

Gelên xwecih her wiha temsîla 5 hezar çandên cuda dikin. Lê di serî de li Brezilya, Qenada, DYE û li welatên Esya, Efrîka, Okyanosya û Ewropayê dixwazin xwe bigirin, bi taybetî ji ber ku dest li ser qadên wan ên jiyanê tê danîn taloke li ser wan heye.