Li Amedê çar hevşaredar hatin destgîrkirin -NÛ BÛ II
Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê ku hatibû destgîrkirin Selçûk Mizrakli û hevşaredarên Peyas, Bismil û Kocakoyê hatin destgîrkirin.
Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê ku hatibû destgîrkirin Selçûk Mizrakli û hevşaredarên Peyas, Bismil û Kocakoyê hatin destgîrkirin.
Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku beriya niha qeyûm anîbûn şûna wî û Hevşaredara Şaredariya Kayapinarê Kezîban Yilmaz, Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz û Hevşaredara Kocakoyê Rojda Nazlier hatin destgîrkirin.
Li gel Nazlier her wiha 2 rêveberên şaredariyê jî hatin destgîrkirin.
Ên ku hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.
LI DIJÎ BÊQANÛNIYAN EM Ê DENGÊ XWE ZÊDETIR DERXÎNIN
Hevşaredar Davût Kesen li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê daxuya da û got li dijî van nehiqûiyan ew ê dengê xwe zêdetir derxînin û vê rewşê qebûl nekin.