Sê pirtûkên nû hatin weşandin

Weşanxana Aryen 3 pirtûkên nû ku yek jê helbest e, du jî roman in, weşand.

Yek ji van berheman jî pirtûka bi navê "Meşa Jiyanê" ye. Bi kurdî hatiye nivîsandin û nivîskarê pirtûkê Kerem Bîlen e. Ev pirtûka ewil a nivîskar e. Nivîskar Bîlen 18 sal e di girtîgehê de ye û wiha dest bi pirtûkê kiriye û behsa rêwîtiya wê dike: "Heke jiyan tu rêwîtî bî, qet nesekine, bimeşe, di her gav û nefesê de tu yê xwe bibînî."

Pirtûka helbestan  "Daglarin Şarkilari" (Stranên Çiya) a Abdurrahman Çadirci derket. Helbestvan wiha dibêje "Tenê ne firek çay û mirin jî li çiyayan tê parvekirin…" Helbestvan Çadirci pirtûka xwe diyarî kulîlkên gêlazî yên welatê xwe dike. Helbestvan pêşgotina helbesta xwe wek "ferman" bi nav dike û helbestên xwe wek hestên çiyayan pênase dike.

Romana bi navê "Halklarin Zamani" (Dema Gelan) a M. Cihat Çobanoglû jî qala salên 2002-2004'an dike ku PKK ji bo vê demê dibêje "Pêvajoya tasfiyeyê". Pirtûk bi gotina Zerdeştê Kal; "Di dilê xwe cihekî veke, ku bila hezkirina te hezkirinan mezin bike"dest pê dike. Pirtûk di heman demê de pêvajoya rêxistina gelekî û pêvajoya derbasbûna berxwedanê vedibêje.