Saziyên sivîl doza ‘avhewayê’ li Fransayê vekirin

Li Fransayê gelek saziyên sivakî li dijî bêhelwestbûna dewletê ya li dijî avhewayê giliyê sûc kirin.

Rêxistinên civakî yên sivîl beriya ku giliyê sûc bikin li ser înternetê kampanyayeke îmzeyan dabûn destpêkirin. Kampanya di 17’ê Kanûna 2018’an de hatibû destpêkirin û 2,1 milyon îmze hatibûn komkirin.

Saziyên wekî Greenpeace France, Notre affaîre a toûs û Oxfam France di 14’ê Adarê de li hemberî dewletê giliyê sûc kirin. Rêxistinên civakî yên sivîl dixwazin ku di warê germa global de bila dewlet peywirên xwe pêk bîne.

Ji ber bêhelwestbûna dewletê ya di warê guherînên avhewayê de di mehên dawîn de li Ewropayê gelek çalakî tên lidarxistin. Ji bo germa global bihistyariyeke girîng derdikeve holê.

Li dehan welatan wê di 15’ê Adarê de greveke giştî were kirin û 16’ê Adarê de jî wê li Fransayê ‘Meşa Sedsalê’ were lidarxistin. Ciwanên 43 welatan diyar kirin ku wê tevlî grevê bibin.

Li Belçîkayê jî sendîka, akademî û gelek profesoran belavok belav kirin û piştgiriya xwe diyar kirin.

Li Fransayê jî 140 rêxistinan ji bo meşê bang kirin. Di 15 û 16’ê Adarê de wê çalakî werin kirin û ew ê ji hikumetê were xwestin ku bila li hemberî germa global bêhelwest nemînin.