Saziyên Êzidiyan: Hişmendiya hilweşandina Mala Êzidiyan ya DAIŞ’ê ye

Saziyên Êzidiyan, bi daxuyaniyekê hilweşandina Mala Êzidiyan a li Gundê Efşê ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku ji aliyê AKP’ê ve hat kirin, şermezar kirin.

Saziyên civaka Êzidî bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên li ser mala Êzidiyan a li gundê Efşê şermezar kirin û gotin: “Hişmendiya hilweşandina Mala Êzidiyan hişmendiya DAIŞ’ê ye.”

Saziyan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser van xisûsan:

“Duh ji aliyê hikûmeta AKP’ê ya ku qaşo xwe weke misilman dide nîşandan di meha Remezanê ya ji bo tevahî alema Îslamê meheke pîroz e, li gundê Efşê ya girêdayî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê Mala Êzidiyan hilweşand.

Ev kiryar û hişmendî ti ferqa wê ji hişmendiya DAIŞ’ê nîne. Bila baş bizanibin ku wê hesabê wê bê xwestin. Em ê van sûcên dij mirovahiyê bibin rojeva mafên mirovan ên Ewropa. Desthilat û kesên ku piştgiriya van kiryaran dikin nesîbê xwe ji pîvanên mirovahiyê negirtine.”

Bi vê kiriyarê dide nîşanda ku dijminên civaka Êzidiyan in. Em weke civaka Êzidî tim pîvan û biratiya gelan esas girtiye. Li gorî felsefeya Êzdatiyê jî wekheviya mirovan, demokrasî û naskirina mafê gelan pîvanên me yên herî esas in.

Em vê bêhiqûqiyê napejirînin û em ê heta dawî mafên xwe biparêzin. Heta gihiştina mafê xwe weke saziyên civaka Êzidî wê têkoşînên me bidomin û li dijî zilmê jî em ê li ber xwe bidin.

Em weke civaka Êzidî bang li hemû Êzidî û saziyên navneteweyî dikin ku li hermberî van kiryaran dengê xwe xurt bikin, xwedî helwest û li hemberî hilweşandina merqebên pîroz dengê xwe hê xurtir bilind bikin. Ev bêrêzî û hurmetiya li gundê Efşê ya Mala Êzidiyan hatiye kirin, li dijî hemû Êzidiyan hatiye kirine.

Armancên van êrîşan ew e ku Êzidiyan ji cih û warên wan bidin koçkirin. Bila desthilata faşîzmê baş bizanibe 73’ê ferman şahidin ku em ê serê xwe bidin, lê sirên xwe nadin!

Bang li saziyên mafê mirovan dikin ku berpirsên van kiryaran bên darezandin.”

Navê saziyên ku daxuyanî dayîn wiha ne:

Navenda Yekîtîya Komelên Êzidiya (NAV YEK)

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ewropa (TAJÊ- E)

Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ)

Meclîsa Şengalê ya Dîaspora (MŞD)

Navenda Çanda Êzîdxan (NÇÊ)

Kordînasyona Meclîsê Gundê Êzidiyên Bakur