BI DÎMEN

Şaredariya Qendîlê hezar dar danî

Şaredariya Qendîlê ji bo parastina xwezayê û vejîna xwezayê xebateke din li ser xebatên xwe zêde kir. Şaredariyê dest bi xebata li derdora riya giştî a Qendîlê danîna daran kir, danîna daran destpêkê li gundê Enzê û Bokrîskanê dest pê kir.

Şaredariya Qendîlê ji bo parastina xwezayê xebatên xwe bênavber didomîne. Bi nêzîkbûna 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan, Şaredariya Qendîlê hezar dar danî.


Hevşaredarê Qendîlê Muhammed Hasan û xebatkarên şaredariyê dest bi danîna daran kirin. Hevşaredar Hasan wiha got; "Êrîşên hewayî yên li ser Qendîlê berdewam dike û xwezaya Qendîlê gelek zirarê ji van êrîşan dibîne.

Dewleta Tirk hema bêje her roj herêma Qendîlê bombebaran dike û bi vê bombebaranê bi sedan dar dişikên û dişewitin. Em wekî şaredarî, em ê 1000 daran li derdora riya giştî ya Qendîlê deynin. 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan nêzîk dibe. Ji bo vê rojê jî bi taybet bi tevlîbûna gelê Qendîlê emê daran deynin û planên me hene."


Xebatkarê Şaredariya Qendîlê Armanc jî diyar kir ku wek xebatkar wê xebatên xwe bidomînin û ji bo xwezayê biparêzin, tişta ji destê wan tê wê bikin.