Salî: Hewl didim bi hunera xwe bibim alîkar ji gelê xwe re

Yek ji 12 hunermendên ku hefteya derbasbûyî li ber Parlamenta Elmanyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin Taha Salî got, "Ez bi hunera xwe hewl didim ji gelê xwe re bibim alîkar."

Ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava 12 hunermendên Kurd hefteya derbasbûyî li pêşiya Parlamenta Elmanyayê çalakiyeke hunerî kiribûn. Hunermendan bi 9 tabloyên amade kirin qala komkujiyên li derveyî mirovahiyê yên li Rojava hatine kirin. Yek ji hunermendên vê çalakiyê jî Taha Salî ye ku qala armanca çalakiya xwe kir.

Taha Salî anî ziman ku dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kir wan jî nîqaş kirin ku li dijî êrişan dikarin çi bikin û got, "Me du biryar wergirtin. Ya yekemîn bi hunera xwe dagirkeriyê şermezar bikin. Me biryar dan ku vê yekê li pêşiya Parlamenta Federal a Elmanyayê, li Bruksel û Cenevreyê bikin. Ya duyemîn jî li bajarê Bonnê pêşangeheke ji 70 berheman ava bikin, berheman bifiroşin û hatineya wê jî ji Rojava re bişînin."

Salî destnîşan kir ku divê hunermend ji siyasetê dûr nebe û got, "Kes ji siyasetê dûr nîne. Tevlîbûna li nava rêxistineke siyasî tercîheke, lê belê her kes heta astekê di nava siyasetê de ye. Ji bo Rojava û tevahiya Kurdistanê divê hunermend tiştekî bikin. Mîna tablo, muzîk, şano û fîlm. Me Reng Art jî albûma Rojava li medya civakî parve kir, piraniya endamên me tevlî bûn. Çalakiya şermezarkirinê ya li Berlînê bi beşdariya 12 hunermendan pêk hat. Çalakiyeke serketî bû û bal kişand."

BIRYARA BOYKOTÊ GELEKÎ GIRÎNGE

Salî ragihand ku ji bo Rojava û Kurdistanê wî tabloyên hunerî amade kiriye û got, "Şanoyên der barê pirsgirêka Kurd û meseleyên mirovahiyê amade dikim. Medya civakî jî ji bo xizmeta ji gelê xwe re bi kar tînim."

Salî destnîşan kir ku ew heta dawiyê piştgiriyê dide karê boykotkirina malên Tirk û ji bo serketina vê kampanyayê dixebite û got, "Ji bo Kurdan ev yek gelekî girînge. Dema ku mirov li piştgiriya dewleta Tirk a dagirker a ji Elmanya û Ewropayê tê kirin difikirin, hingî dibînin ku boykot girînge. piştî ewqas êş û terorê ku li Kurdan hate kirin, gelo çawa dikarin destê xwe dirêjî 'Malên Tirk' bikin? Divê em boykotê mezintir bikin. Di vê mijarê de em ê berpirsyariya xwe pêk bînin."