Sala 2050'î wê Hewlêr bişibe Ahvazê, Dîlok jî bişibe Hewlêrê!

Li gorî lêkolînekê ku der barê avhewayê de hate kirin sala 2050'î wê avhewaya Hewlêrê bişibe ya Ahvazê, ya Dîlokê bişibe Hewlêrê, ya Parîs û Berlînê jî bişibe Canberrayê.

Lêkolîna ku di kovara zanistî Plos One de hate weşandin, balê dikişîne ser bandora germahiya global a di nava 30 salan de li 520 bajarên mezin bike.

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, wê germahiya li bajarên Ewropayê havînê herî kêm 3,5 pile û zivistanê jî 4,7 pile zêde bibe.

Li hin bajarên mezin jî wê pirsgirêkên avhewayê ku heta niha rû nedabûn derkevin holê. Mînak, li Londonê wê mîna deh sal beriya niha ya Barcelonayê ziwatî û pirsgirêka avê rû bide. Li gorî rojnameyê pêkane ku heman pirsgirêk li London û bajarên xwedî heman avhewayê ye rû bidin.

Di nexşeya înternaktîf de ya ku li malpera înternetê ya laboratûara Crowther a Zanîngeha Zurichê hate weşandin çar bajarên Fransayê hene: Marsîlya, Parîs, Lîlle, Lyon.
Tê texmînkirin ku avhewaya Parîsê ya sala 2050'î bişibe avhewaya heyî ya Canberrayê. Di meha herî germ de wê germahî bi 6,1 pileyî zêde bibe. Li gorî vê yekê wê her sal bi 1,4 pileyî germahî zêde bibe. Bajarê Parîsê li dijî bandora germahiya global rewşa awarte ji bo avhewayê ragihand.

Li gorî lêkolînê li Fransayê germahî wê herî zêde li bajarê Lyonê xwe nîşan bide. Li Lyonê germahî wê di meha herî germ de li gorî germahiya heyî bi 6,7 pileyî zêde bibe. Avhewaya Marsîlyayê wê bişibe ya paytexta Cezayîrê, avhewaya Lîlle jî wê bişibe ya Lyonê.

Tê texmînkirin ku avhewaya paytexta Elmanya Berlînê jî bişibe avhewaya Canberrayê.

Li gel parlamenta Brîtanya Mezin meclîsên bajarên London, Basel, Oakland, Los Angeles û Vancouverê ji bo avhewayê rewşa lezgîn ragihandibûn. Bajarê Konstanz ê Elmanyayê jî biryareke bi heman rengî wergirtibû.

Li gorî nexşeyê bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê wê bêhtir germ bibe. Li gorî vê yekê di meha herî germ de germahiya li Hewlêrê wê bi 6,1 pileyî yanî salane 2,9 pileyî zêde bibe. Avhewaya Hewlêrê wê di nava 30 salan de bişibe avhewaya bjarê Ahvazê yê Îranê.

Germahiya bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê jî wê bi 6,1 pileyî zêde bibe û bişibe avhewaya heyî ya Hewlêrê.