Sala 2017'an herî kêm 207 hawirdorparêz hatin kuştin

Rêxistina civaka sivîl a bi navê Global Wîtness, da zanîn ku sala 2017’an, sala ji bo hawirdorparêzan sala herî metirs e. Di nava salekê de herî kêm 207 hawirparêz hatine kuştin.

Rêxistina civaka sivîl Global Wîtness raporek weşand û da zanîn ku sala 2017’an, ji bo li hemberî ocaxên madenan û projeyên daristan an jî agro-endustriyel derketine herî kêm 207 hawirdorparêz hatine kuştin. 

Hate ragihandin ku ji % 60'î yên kesên hatine kuştin li welatên Amerîkaya Latîn bûne. Li Brezîlyayê di nava salekê de 57 hawirdorparêz hatin kuştin. Li gorî sala borî hejmara hawirdorparêzên hatin kuştin, li Meksîkayê ji 3'an derketiye 15'an, li Perûyê ji 2'an derketiye 8'an, li Kolombiyayê 24 kes, li Nîkaragûayê jî 4 kes hatine kuştin.

Bi giştî ji çaran yekê van kuştinan, bi gotineke din herî kêm 46’ê wan (li gorî sala 2016’an du car zêdetir e) bi cotkarî û bazirganiya cotkariyê ve pêwendîdar in. 40 kes li ser lihevnekirina madenan hatin kuştin, 26 kesên bi birîna daristanan re pêwendîdar hatine kuştin. Êrîşên li hemberî nobedarên daristanan jî gihiştiye rêjeya herî bilind. Zêdetirî wê li Efrîkayê bi giştî 23 nobedarên daristanan hatine kuştin.