Rûyê din ê Îranê: Xwecihên goristanê...

Li Îranê rewşa hejartî û pêgirên madeyên hişber ku rejîma Îranê rê li ber vedike dibe sedem ku bi hezaran kesên bê mal li goristanan  bimînin. Rewşa ‘xwecihên goristanê’ ku li ser înternetê hatiye parvekirin bu sedema nîqaşên neteweyî.

Têkildarî kesên ku goristanê weke mala xwe dibîne bi dehan dîmen li ser tevnên civakî û malperên înternetê hatine parvekirin. Piraniya van pêgirên madeyên hişber in. Li taxên derve yên Tehranê, ji bo ku xwe ji hewaya sar biparêzin şevên xwe di goristanan de derbas dikin.

Di dîmenekê de xuya dike ku xwecihekî goristanê yê rondik dibarîne li benda desteka hikumeta Îranê ye.

Wêneyê destpêkê yê têkildarî van kesên bê mal di sala 2016’an de di rojnameya Şahrevand a ku di zimanê Farisî de tê wateya ‘hemwelatî’ hate parvekirin. Piştre li ser înternetê û tevnên civakî dîmen û wêne hatin parvekirin. Ev tablo jî bu sedem ku rexneyên tund di polîtîkayên hikumeta Îranê yên ji bo hejartî û madeyên hişber  were kirin.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Mûhammed Hadî Ayazî neçar ma rewşa pirsgirêkê qebûl bike û got ‘Tenê di nava rojekê de hêzên ewlehiyê 7500 ‘xwecihên goristanê’ destgîr kirine.’

Li Îranê çalakiyên protestoyê yên li dijî hejartî, gendelî, hişkayî, qutbûna elektrîk, pirsgirêkên avê û rêveberiya xirab zêde bûn. Ji Îsfehan heta Tehranê li gelek bajaran karker û welatî daketin kolanan û nerazîbûnên xwe tînin ziman.