Rûxandina li Sûrê li Komîteya Mîratê ya Cîhanê ye

Ercan Ayboga beşdarî Rûniştina Komîteya Mîratê ya Cîhanê bû, qala rûxandina Kurdistanê ya bi destê AKP’ê kir.

Rûniştina Komîteya Mîratê ya Cîhanê (WHC) li bajarê Polonyayê Krakowê hate destpêkirin.

Vê saziyê Peyzaja Çandî ya Keleha Amedê û Baxçeyên Hewselê xistibû Lîsteya Mîratê ya Cîhanê ya ÛNESCO’yê.

Ercan Ayboga li ser navê Platforma Bila Sûr Neyê Hilweşandin beşdarî vê civînê bû.

‘HILWEŞANDIN, KOÇ Û DESTESERKIRIN HAT JIYÎN’

Ayboga diyar kir ku di navbera 2015 û Adara 2016’an de gelek avahî hatin hilweşandin û got: “Li jêr kontrola dewletê hilweşandin pêk hat. Ji 2 hezarî zêdetir avahî hatin xerakirin û ji sê paran pareke bajêr hate hilweşandin. Bêyî ku lêkolîn were kirin, hafriyat ji qadê hate derxistin.

Reseniya kolanan, 180 avahiyên dîrokî hatin hilweşandin. 20 hezar mirov bi darê zorê hatin koçkirin.

Li ser qada ku hatiye hilweşandin avahiyên beton tên çêkirin û bi fiyetekî zêde van avahiyan difiroşin.

‘PÊŞNÛMAYA BIRYARÊ GELEKÎ QELS E’

Ayboga ev rexneyên hanê kir:

“Bi civaka sîvîl re tu diyalog û şeffafî tune. Ev tiştên min rêz kirin di pêşnûmaya biryarê de tune.

Çawa ku me îsal qala Avakirina Helebê kir, bi hêviya ku sala were em qala avakirina Amedê bikin.”

ÛNESCO WHC ji 21 dewletan pêk tê û hikumeta Tirkiyeyê jî di nav wan de ye.