Rûsya û Sûriyeyê çeteyên DAÎŞ'ê bi otobusan tehliye kirin

'Keleh'a dawî ya çeteyên DAÎŞ'ê ya li başûrê Şamê, bi lihevkirina hêzên rejîmê û DAÎŞ'ê hate valakirin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, 1600 DAÎŞ'î û sivîl rojên Yekşem û Duşemê bi 32 otobusan hatin veguhastin.

Midûrê saziyê Ramî Abdul Rahman agahî da AFP'ê û diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê ber bi çola li rojhilatê welêt ve hatine şandin.

Abdul Rahman got, "Hêzên Sûriyeyê ketin nava kampa Yarmûkê û li taxên Tadamûn, Qadam û Hajer El Eswad ên rizgar kirine, dest bi operasyona paqijkirinê kirine."

Hêzên rejîmê û çeteyên DAÎŞ'ê, piştî şerê mehekê li hev kirin. Piştî 24 saetan jî êvara Şemiyê jî operasyona veguhastinê dest pê kir.

Hikumetê bi rengekî fermî peyman piştrast nekir, lê belê rayedarekî leşkerî ji Ajansa Nûçeyan a Fermî SANA re ragihand ku jin û zarok hatine veguhastin û ji bo demeke kin agirbest hatiye ragihandin.

Rejîma Sûriyeyê bi desteka Rûsyayê roja 19'ê Nîsanê li vê herêma ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin dest bi operasyonê kiribû. Li gorî saziya çavdêriyê ya mafên mirovan, di vê operasyonê de zêdeyî 60 sivîl û 250 leşkerên rejîmê, her wiha 233 çeteyên DAÎŞ'ê mirin.

Piştî ku Yarmûk û taxên wê hatin bidestxistin, rejîma Esad ji sala 2012'an û vir ve cara yekê ye ku paytext û derdora wê bi temamî kontrol kiriye.

Rejîmê û Rûsyayê beriya niha gelek caran hêzên din ên li Sûriyeyê sûcdar kiribûn ku bi DAÎŞ'ê re peyman kirine û bi vî rengî rê li ber veguhastina wan vekirine. Bi taybetî, di dema operasyona Reqayê de medya Rûs propagandayeke berfireh a reşkirinê meşandibû.