Rûsya li hemberî Kurdan çi bi dest xist?

200 sal in Rûsya piştgiriyê dide dewleta Tirk a ku her dem li ber têkçûnê bû, gelo xêra vî tiştî ji Rûsyayê re heye?

Kurd Rûsan bi helwesta wan a neyînî ya li dijî Komara Kurdistanê ya Demokratîk a Mehabadê nas dikin. Sovyetê berê ‘alîkarî’ dan komarê û piştre ji Îran û welatên rojava hin tişt stend, Kurd di nav destê rejîma Pehlevî de hiştin a ku di bin kontrola Îngilîzan de bû. 70 sal ji ser vî tiştî derbas bûye Kurdan ev tişt ji bîr nekiriye. Kurdan qetilkirina Qazî Mihemed hê jî ji bîr nekirine.

Kurd Rûsan bi helwesta wan a li dijî Komara Mehabadê nas dilin lê Rûsan di 200 salên dawîn de gelek caran Kurd li erdê hiştine.

TASFÎYEYA MÎR MIHEMED

Waliyê Misirê Mehmet Alî Paşa yê Kavalayî di sala 1833’an de bi ser Osmaniyan ve meşiya. Di wê demê de  Mîr Mihemed ê ji Soranê berê xwe da Baban, Amêdiye, Cizîr, Şengal û Erdelanê û mîritiya xwe berfirehtir kir. Mîr Mihemed bi demê re xurttir dibû. Ji ber kêşeyên Osmaniyan ên di warê leşkerî, ekonomîk û civakî Mîr Mihemed xurttir dibû. Dema ku Osmanî rewşa wan ne xweş bû, Mehmed Alî Paşa ê Kavalayî bi ser Osmaniyan ve meşiyabû, Mîr Mihemed jî li Kurdistanê qadeke mezin bi dest xistibû.

Mehmet Alî Paşa Ji Heleb, Dîlok, Edene û Kutahyayê hat. Îngîliz û Rûs ji ber vê pêşveçûnê ketin fikaran. Heke Mehmet Alî Paşa heta Stenbolê biçe ew ê Osmanî hilweşe û Mîr Mihemed jî ew ê Kurdistanê ji destê Osmaniyan derxîne.

Di vê serdemê de Rûsan bi hezaran leşkerên xwe çû alîkariya Osmaniyan. Rûsan bi alîkariya Îngîlizan Mehmet Alî Paşa dan sekinandin.

Armanc ev bû ku ne bi tenê Mehmet Alî Paşa, pê re jî Mîr Mihemed were sekinandin. Piştî ku Mehmet Alî Paşa hate sekinandin, Osmaniyan hemû hêza xwe bi ser Mîr Mihemed şandin. Bi alîkariya Rûs û Îngilîzan Osmaniyan Mîr Mihemed di sala 1837’an de tasfiye kirin.

ÎXANETA LI ŞÊX UBEYDÛLLAH

Rûs û Îngilîzan di salên 1880’î de di şexsê Şêx Ubeydûllah de îxanet li Kurdan kirin. Şêx Ubeydûllah nameyek ji mîsyonerê Amerîkaye Dr. Cohra re nivîsandibû û gotibû ku, “Gelê Kurd bi 500 hezar malbatan ve, gelekî cihê ye. Ol û zimanê wan cihê ye. Em dixwazin em xwe bi rê ve bibin.” Şêx Ubeydûllahê Nehrî têkilî bi hêzên din ên Kurdan danî, xwest alîkariyê bidin Kurdan. Şêx Ubeydûllah dema ku nêzî Ûrmiyeyê bû, Îngilîzan îxanet li wî kirin û Şêx Ubeydûllah neçar ma ku ji Rojhilatê Kurdistanê vekişe. Di vê pêvajoyê de Rûsan jî xwe dan kêleka Osmaniyan.

PEYMANA SYKES-PÎCOT

Vê peymana Sykes-Pîcot ne bi tenê di navbera Fransa û Îngilîzan de hatiye çêkirin. Rûsya jî îmze daye vê peymanê. Sovyet a ku di 17’ê Cotmehê de ava bû, ev peyman deşîfre kirin û xwe jê vekişandibin jî, di sala 1916’an de heta Rewandûzê û li rojhilat jî heta Kirmancanê daketin. Li Bakur jî heta Erzingan, Erzirom û daketin heta gelek bajarên Serhedê.

LI HEMBERÎ ŞÊX SEÎD LI BA DEREWAN IN

Dema ku Komara Tirkiyeyê êrîşî Kurdan kir, Rûsya her dem bi Tirkiyeyê re bû. Têkoşîna  Şêx Seîd û hevalên wî, têkoşîneke rewa û mafdar bû lê Rûsya li hemberî vê serhildanê jî xwe da kêleka Rûsyayê.

ROLA XERAB A DI BERXWEDANA AGIRÎYÊ DE

Sovyetê di sala 1929’an de, di dema Berxwedana Agiriyê de xerabî bi Kurdan re kirin. Rejîma Sovyetê Kurdên li Ermenistanê şand sirgunê. Di vê sirgunê de bi hezaran Kurd qir bûn. Pêre li ser navê hevdîtinê Fermandarê Berxwedana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa xwestin têxin dafikê.

LI HEMBERÎ BAŞÛR ALÎKARÎ DAN SADDAM

Sovyetê li hemberî tevgera Barzanî pîlotên xwe dan Saddam. Ji nivîsên Oles Smolansky em dizanin ku pîlotên Sovyetê li balefirên şer siwar bûne û Kurdistan bomberdûman kirine. Siyasetmedarên Sovyetê piştgirî dane faşîstekî wekî Seddam û hewl dane wî bikişînin ba xwe.

BIRÎNA LI ROJAVA HÊ GERM E

Di sala 2018’an de jî hewce nake em qala kirinên Rûsyayê yên li dijî gelê me yê Rojava bikin. Birîna li wir hê germ e. Cihekî wekî Efrînê bi destê Tirkiye û çeteyên wê kirin dojeh. Bi sed hezaran gelê Efrînê îro li ser axa xwe bûne penaber. Yek ji sedema vî tiştî jî têkiliyên qirêj ên Rûsya-Tirkiyeyê ye.

Mirov dikare gelek mînakan rêz bike. Lê niha divê ev were pirsîn:

Kurd 200 sal in li ber xwe didin. Şikandina berxwedana wan çi dide we?

200 sal in Rûsya piştgiriyê dide dewleta Tirk a ku her dem li ber têkçûnê bû, gelo xêra vî tiştî ji Rûsyayê re heye?

Divê her kes bizanibe ku yên ku dixwazin li Rojhilata Navîn bibin hêz divê têkiliyeke rast bi Kurdan re deynin. Divê êdî were zanîn ku  Kurd dikarin lîstikan pûç bikin.