Rojiya Êzî dest pê kir

Rojiya Êzî ya 3 rojan ku ji bo civaka Êzidî pîroz e, dest pê kir. Piştî rojiya 3 rojan wê Êzidî cejna Êzî pîroz bikin.

Rojiya Êzî wê Sêşem, Çarşem û Pêncşemê bê girtin. Piştî rojiya 3 rojan wê roja Înê jî Cejna Êzî were pîrozkirin.

Li gorî baweriya Êzidiyan 1001 navên Xwedê hene û Êzî jî yek ji navên Xwedê ye. Rojî jî ji bo Êzî tê girtin û cejn diyarî Xwedê tê kirin. Navê Êzidî jî ji yek ji navên Xwedê tê. Lewma civaka Êzidî bi kêf û coşeke mezin cejna Êzî pîroz dikin.

Rojî û cejnên Êzidiyan her sal li gorî dema Kurmancî diyar dibin. Îsal Cejna Êzî wê 15'ê Kanûnê bê pîrozkirin.