Roja Sor kongreya xwe ya 9. pêk anî

Saziya Alîkariyê ya Kurd Roja Sor a li Awûstûryayê dixebite, 9. Kongreya Asayî pêk anî.

Saziya Alîkariyê ya Kurd Roja Sor ku ji aliyê Kurdistaniyên li Awûstûryayê ve hate avakirin, 9. Kongreya Asayî roja Yekşemê li paytext Viyanayê pêk anî.

Di kongreyê de ku bi dehan delege tevlî bûn, karên par hatin nirxandin û plansaziya ji bo salekê hate amadekirin. Ji bo meşandina vî karî jî, rêveberiyeke nû hate hilbijartin.

Serokê Roja Sor Tahsîn Yerlîkaya di destpêka kongreyê de axivî. Di kongreyê de rapora li ser karê sala derbasbûyî hate xwendin û nirxandin. Piştre plansaziya sala bê hate kirin.

Di kongreyê de rêveberiya nû ya ji 8 kesan, ku ji 5 endamên sereke, 3 jî cihgiran pêk tê, hate hilbijartin. Tahsîn Yerlîkaya bû serokê saziyê. Bayram Gultekîn, Sînan Altûntaş, Hediye Îmanli û Mahmût Sayici bûn rêveber.