Rîskên barkêşiya deryayî zêde dibin

Ji ber hevrikiya li barkêşiya deryayî, keştiyên gelekî mezin tên çêkirin û bikaranîn. Ev yek jî rîska zerara madî zêde dike.

Li gorî hejmarên ji aliyê AGCS ve hatin eşkerekirin, ku ji şîrketên sîgorta taybet pêk tê, li gelemperiya cîhanê di sala 2016'an de 85 keştî ji ber qezayê noqî binê avê bûn ya jî winda bûn. Hat ragihandin, ku ev hejmar di sala 2015'an de 101 bû û li gorî salek berê 16 ji sedî kêm bûye.

Tevî kêmbûna qezayên keştiyan jî, ji ber ku şîrketan berê xwe dane keştiyên mezin, rîska madî zêde dibe.

PIRSGIRÊKÊN MALÎ YÊN ŞÎRKETAN RÎSKÊ ZÊDE DIKE

Di rapora AGCS de hat destnîşankirin, di sîgortakariya barkêşiya deyayî de rîska herî girîng, pirsgirêkên malî yên vê sektorê ne, ku roj bi roj giran dibe. Di raporê de hat bibîrxistin, ku yek ji şîrketên sereke yên cîhanê şîrketa Hanjîn a ji Koreya Başûr îflas kiriye û hat diyarkirin, hevrikiya di salên dawî de zêde bû, sektor xistiye nava rewşeke zehmet.

Li gorî raporê, şîrketên barkêşiyê hê bêhtir teserûfê dikin û ev teserûf jî bi giranî bandorê li kontrola keştiyê, perwerdeya personelan û hejmara personelên ewlekariyê dike.

MALIYETA KEŞTIYÊN MEZIN GELEKÎ ZÊDE YE

Di raporê de hat ragihandin, di barkêşiya keştiyan de di salên dawî de keştiyên gelekî mezin derketine holê û kapasîteya konteyneran a keştiyan di deh salên dawî de gelekî zêde bûye. Di salên 1970'î de keştiyên ku zêdeyî 3 hezar konteyner hilgirt li pêş bûn. Lê di roja îro de keştiyên mezintir hene ku 20 hezar konteyneran hildigirin.

Li gorî rapora AGCS, bi saya konteynerên mezin rêjeya qezakirinê kêm bûye, lê ji ber zêdehiya barê tê barkirin, maliyeta vê yekê gelekî zêde ye. Tê hesabkirin, ku li keştiyeke 10 heta 20 hezar konteyner lê hene, eger şewat derkeve ya jî qeza bibe wê xisara madî ya rû bide, wê gelekî zêde be.

Di raporê de ji bo keştiyên bar ên xwedî kapasîtey mezin, rîska herî mezin şewat tê nîşandan. Her wiha tê destnîşankirin, ku rêwîtiya bi personelên ji ber teserûfê nehatine perwerdekirin, rê li ber xeteriyên cidî vedike.

Li gorî rapora AGCS, di sala 2016'an de 75 ji sedî yê serlêdanên tazmînata sîgortayê, ji ber qeza yan jî şewata ji ber 'kêmasiya însanî' hatine kirin. Li gorî agahiyan, ji ber van qezayan, şîrketên sîgortayê 1,6 mîlya dolar dane.

Wekî din, li gorî raporê eger keştiyeke mezin a konteynerê li keştiyeke ewqasî mezin a rêwiyan bikeve, wê maliyeta vê yekê bi qasî 4 mîlyar dolar be.