RFÎ: Dewleta Tirk bûye mîna bazara fêkiyan

Bazara fêkî-zebzeyan a ku hikumeta Tirk vekir, di rojeva medya dinyayê de ye.

Radyoya RFÎ ya Fransayê ku bi 15 zimanan weşanê dike, bi sernavê "Dewleta Tirk li dijî enflasyonê bûye mîna bazirganê fêkî û zebzeyan."

RFÎ bazarên ku şaredariyan li Stenbol û Enqereyê vekirin bi bîr xist û ragihand, hikumet hewl dide beriya hilbijartinên xwecihî nerazîbûna gel kêm bike.

RFÎ diyar kir, ev hewldana hikumeta Tirk a bi navê "Têkoşîna li dijî enflasyonê" tê kirin, wê heta hilbijartinên xwechî yê 31'ê Adarê bidome û da xuyakirin ku ji bo pêşî li weşandina dîmenê rêzên dirêj ên bazarê bigire, li ser înternetê jî dest bi firotinê kiriye.

RFÎ destnîşan kir ku dîmenên li ser tora medya civakî bi hezaran carî hatin parvekirin, dibe ku li hikumetê vegerin û bi bîr xist, mirovên dixwazin çend kîlo zebze bikire neçar dimîne ku sê saetan di rêzê de bimînin.