NÛ BÛ

Rewşenbîrê Kurd ê navdar Elîxanê Memê çû ser dilovaniya xwe

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd, serokê komaleya Nivîskarê Kurd ê Ermenîstanê Elîxanê Memê ku bi nexweşiya pişikê ketibû, şevê din çû ser dilovaniya xwe.

Li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê rewşenbîr û nivîskar, şaîr û serokê Komeleya Nivîskarê Kurd ê Ermenîstanê, welatperwerê Kurd Elîxanê Memê ku ev demeke bi nexweşiya pişikê ketibû û li nexweşxaneya bi navê Andîrapetanê tedawî didît, şevê dî, derengiya şevê çû ser dilovaniya xwe.

Elîxanê Memê sala 1948’an li gundekî Ermeniyan ji diya xwe bû. Memê li gund heta pola 12’an xwendiye û piştre ji bo perwerdehiya bilind bibîne çûye Êrîvanê, zangîngehê, beşa Nûçegihaniyê xwendiye. Elîxanê Memê di gelek kovar û rojnameyên Ermeniya de demeke dirêj kar û bar kiriye. Ji sala 2007'an û vir ve edîtoriya rojnameya Zagrosê dikir.

Elîxanê Memê 2012’an ji hêla Serokkomarê Ermenîstanê xelata Mosîsîs standibû, li parlamentoya Ermenîstanê. Elîxanê Memê di van 4 salên dawî de 12 pirtûkên dersdanê yên bi Kurdî amade kiribûn û ev pirtûk ji hêla dewleta Ermenîstanê ve weke pirtûkên perwerdehiyê li dibistanên gundên Kurdan û cihê ku Kurd lê diman weke dihatin dayin.

ELÎXANÊ MEMÊ Û WELATPERWERIYA WÎ

Elîxanê Memê ne tenê nivîskarek bû lê her wiha welatparêz û xemxurê gelê xwe û Kurdistanê bû. Tevahiya temenê xwe û xebatê xwe terxanî vê welatparêzî û serbilindbûna gelê xwe û welatê xwe kiriye û bi vê bîr û baweriya xwe qelema xwe daye şixulandin.
Elîxanê Memê li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan wiha digot:

"Hûn dizanin ku ev bi salan e ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve, bi serkêşiya PKK’ê têkoşîneke mezin ji bo xizmeta gelê Kurd tê dayin. Keç û xortên Kurdan bi canê xwe li dijî Roma Reş têdikoşin û canê xwe fida dikin di rêya azadiya gel û niştimanê xwe de. Pêwîst e ku ez jî di vê rêkê de pênûsa xwe bixebitînim û têkoşînê bidim."

HILBERÎNERIYA ELÎXANÊ MEMÊ

Elîxanê Memê mirovekî pirhêlî û afirîner bû. Bi sedan goyar li pey xwe hiştin. Sê pirtûkên helbestan nivîsîne û 7 salan her meh li ser mijara Kurdî dinivîsî û 12 deftêrên bi mijara zimanê Kurdî derxist.

Dema nexweşiya xwe jî her hişê wî li ser Kurdî bû û dixwest pirtûkên ji bo azmûna amade bike, da ku di dibistanan de bikaribin werin xwendin.

Elîxanê Memê 14’ê meha Kanûnê li gundê Şamîranê wê li cem gora dê û bavê wî were veşartin.

...