Rewşa zarokên xizan ên Amedê

Pirsgirêka zarokên li nava kolanan dixebitin/tên xebitandin, ku bi koçberiya li Amedê zêde bûye, piştî hewldanên bê mirov hiştina Sûrê û hilweşandina bi hezaran xaniyan, bêhtir xuya kir.

Yek ji pirsgirêkên giran ên Amedê, zarokên li kolanan dixebitin an jî tên xebitandin e. Hema hema li her kolaneke bajêr zarokên ku destmalê, benîştan difiroşin, pêlavan boyax dikin, ji ser sergo kaxizan kom dikin, li bazarên semtan bar hildigirin tên dîtin. Hin ji van zarokan ji aliyê malbatê ve ji bo tevkariyê li aboriya malê bike tên xebitandin, hin jî ji bo xerciya xwe derxîne bi xwe dixebite. Aliyê hevpar ê hemûyan jî ew e, ku zarokên malbatên xizan û yên mexdûrê koçberiya bi darê zorê ne. Pirsgirêk zarokên dixebitin/tên xebitandin, ku zêdeyî 20 sal in dewam dike, herî dawî bi bê mirov hiştina Sûrê û xerakirina bi hezaran xaniyan, hê bi zelalî hate dîtin.

Ji bo tespîtkirina mirovên sala 1996'an ji gundên xwe hatine koçberkirin û lêkolînkirina pirsgirêkên wan, yekemcar di bin sîwana Meclîsê de Komîsyona Lêkolînê hate avakirin. Komîsyonê 4 mehan li bajarên Bakurê Kurdistanê yên mîna Amed, Mêrdîn, Riha, Şirnex, Sêrt, Êlih û Colemêrgê lêkolîn kir. Di raporên fermî yên dewletê de hate qeydkirin ku 905 gund û 2 hezar û 523 gundik hatine valakirin û hejmara mirovên ji gundên xwe bûne 400 hezar e. Li gorî raporên fermî hejmara mirovên wê wextê hatin koçberkirin 400 hezar e. Lê belê li gorî hejmara ne fermî, zêdeyî 2 mîlyon e. Ev hejmar di navbera salên 1996-2001'ê de bi du qatan zêde bÛ.

ZAROK JI NEÇARÎ DIXEBITIN

Ev malbatên bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin, li karên rojane dixebitin, li înşaetan emeltiyê dikin, havînê diçin bajarên Tirkan ji bo berhevkirina findeqan, li zeviyên patat, pîvaz, gêzer û firingiyan dixebitin û payîzê jî li zeviyên pembo dixebitin. Zarokên van malbatan jî ji neçarî li kolanan dixebitin. Hin jê bi dilê xwe, hin jî bi zexta malbatê dixebitin.

Li navenda bajarê Amedê, zarokên ji 9 heta 13 salî neçar mane ku karê; hevdana kaxizan, boyaxkirina pêlavan, firotina destmalan û hilgirtina bar bikin.

Çend ji zarokên li Amedê li kolanan dixebitin, ya jî neçarî xebitandinê tên hiştin:

BAGER Ê KAXIZAN DIDE HEV

Bager 14 salî ye. Malbata wî sala 1997'an ji navçeya Şemrex a Mêrdînê koç kiriye. Ew, tevî birayê xwe Harûn ê bi 2 salan jê biçûktir e kaxizan dide hev û tevkariyê li budçeya malbatê dike. Par dayik, bav û xwişkên wê çûne hevdana findeqan. Lê belê ji ber ku bavê wî îsal li înşaetê ji xwe re kare dîtiye, neçûne. Her roj tevî birayê xwe kaxiz-qertonên tên avêtin, didin hev, wan difiroşin û hewl didin pere qezenç bikin. Rojane, li gorî rewşa wê rojê 8 heta 20 lîreyî qezenç dikin. Kaxizan bi kîloyan difiroşin xurdefiroşan. Kîloyek qerton û kaxizan bi 1,50, ya naylon û plastîkan jî lîreyek e."

SULEYMAN Ê SIMÎTAN DIFIROŞE

Suleyman K. 13 salî ye. Xwendkarê Dibistana Seretayî ya Tevfîk Fîkret e. Dema dibistan hebe nîv rojê, dema tine be dawiya hefteyê û dema betlanyeê de tevahiya rojê simîtan difiroşe û hewl dide alîkariyê bide malbata xwe. Suleyman dibêje, "Eger ez tevahiya rojê bixebitim, heta êvarê 90 heta 110 simîtan difiroşim. Di dema dibistanê de 40-50 heban bifiroşim baş e. Carna tenê 20 heban difiroşim. Yên mayî jî radestî firnê dikim. Eger kêm bifiroşim, wê careke din nehêlin ku bifiroşim. Ji ber vê yekê, dema simîtan radikim ez li Yenîşehîrê, Deriyê Çiyê, Balikçilarbaşi digerim. Dema ku hemûyan diqedînim, pere dikeve destê min. Didim dayika xwe."

RAMAZAN Ê BAR HILDIGIRE

Ramazan G. 12 salî ye. Li taxa Ben û Senê tevî malbata xwe li xaniyekî demkî dijî. Her roj li bazarên navçeya Yenîşehîrê bi erebeya xwe ya destan bar hildigire û hewl dide qezencekê bike. Dibêje, "Di dema dibistanê de danê nîvro dixebitim. Niha dibistan ketiye betlaneyê. Serê her sibehê bar hildigirim. Hinek lîreyekî, hinek 2 lîre dide. Kî çi bide wê qebûl dikim. Bi vî rengî rojê 15-20 lîreyî qezenç dikim. Pereyê ku qezenç dikim didim dayika xwe. Bavê min naxebite."

MAZLÛM Ê KU PÊLAVAN BOYAX DIKE

Mazlûm ê ku li meydana Deriyê Çiyê pêlavan boyax dike, 13 salî ye. Li Amedê ji dayik bûye, malbata wî ji Pasûrê ye.  Li taxa Hasirli ya Sûrê, li malekê tevî apên xwe dima. Niha li taxa Kaynartepe/Baglarê tevî malbata xwe dimîne. Dibêje, "Dema kar hebe, bavê min dixebite. Kekê min ê ji min mezintir, li cem donerê bi yewmiyê dixebite. Ez her roj têm Deriyê Çiyê û pêlavan boyax dikim. Li Baglarê naxebitim. Ji ber ku kes li wir pêlava xwe boyax nake û pere nade. Li vir pêlavê bi lîreyekê boyax dikim. Carna 3 pêlavan, carna jî 7-8 heban boyax dikim. Di roja herî xweş de 30 pêlavan boyax dikim."