Rewşa dawî ya Şengal û Mexmûrê
Hêzên PDK'ê, piştî Kerkûkê bajarên Şengal û Mexmûrê jî radestî hêzên Heşdî Şebî kirin. Tê gotin, PDK'ê bi Bexdayê re li hev kiriye ku xwe vekişîne sînorên sala 2003'an.
Hêzên PDK'ê, piştî Kerkûkê bajarên Şengal û Mexmûrê jî radestî hêzên Heşdî Şebî kirin. Tê gotin, PDK'ê bi Bexdayê re li hev kiriye ku xwe vekişîne sînorên sala 2003'an.
Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî, piştî êrîşa duh a li ser Kerkûkê, îro berê xwe da herêma ji Mexmûr, Bakirme heta bi Şengalê.
Çavkaniyên herêmî gotin, hikumeta Iraqê duh bi şev saet di 00:00 de ji pêşmergeyên PDK'ê yên li Dubiz, Mexmûr û Şengalê xwestine, ku herêmên piştî şerê DAIŞ'ê bi dest xistine, vala bikin.
XWE VEDIKIŞÎNIN SÎNORÊ BERIYA 2014'AN
Li gorî agahiyan, pêşmergeyên PDK'ê, bajarokê Mexmûrê, Bakirme, Guwer û Şengalê duh bi şev vala kirine û xwe vekişandine sînorên beriya sala 2014'an.
Tê gotin, li bajarokê Mexmûrê tenê hêza polîsan maye û piraniya şêniyên Mexmûrê malên xwe terikandine û çûne Hewlêrê.
KAMPA PENABERAN A MEXMÛRÊ
Hat ragihandin, şêniyên kampa penaberan a Mexmûrê li cihê xwe ne û bi ti cihî ve neçûne.
DÎSA JI ŞENGALÊ REVIYAN
Pêşmergeyên PDK'ê, di serî de navenda bajarê Şengalê û nehiya Sinûnê, hemû herêmên li Şengalê di kontrola xwe de bûn terikandin û yek bi yek radestî hêzên Heşdî Şebî kirin.
Li Şengalê, gerîlayên HPG'ê û hêzên YBŞ'ê xeta parastinê ava kirine û çeperên xwe diparêzin.
PDK-YNK'ê xwe ji Kerkûk û Mexmûrê vekişandin nava sînorê beriya sala 2014'an. Li Şengalê jî xwe vekişandin sînorê sala 2003'an.
Nûçeya têkildar:
https://anfkurdi.com/kurdistan/pdk-e-ceperen-xwe-yen-li-Sengale-radesti-hesdi-Sebi-kir-87471