Rewşa Awate ne xema zarokên Kurd e

Zarokên Kurd, li gel zext û zordariya dewleta Tirk a bi Rewşa Awarte dike, li nava kolanan sirûd û stranan dibêjin û li ber zîhniyeta qedexeker radibin.

Li kolana Cûmhûriyetê, ku kolana herî qelebalix a Wanê ye, sirûd û stranên zarokên Kurd lê deng vedidin.

Hikumeta AKP'ê, li gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi navê Rewşa Awarte hemû çalakiyên çandî û hunerî qedexe kir, bi dehan saziyên vî karî dikin girt. Bi taybetî, hemû karên çand û hunerê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji aliyê qeyûm ve hatin rawestandin. Navenda Çand û Hunerê ya NÛDA, ku yek ji mezintirîn navenda çand û hunerê ya herêmê bû Û bi sedan kesî perwerdeya çand û hunerê lê didîtin, bi destê qeyûm hate girtin.

Li kolana Cûmhûriyetê, ku kolana herî qelebalix a Wanê ye, sê zarok sirûd û stranên qedexekirî dibêjin. Gotina van stranan ji ber mercên Rewşa Awarte qedexe ye, lê belê ev qedexe ne xema van 3 zarokên Kurd ên emrê wan biçûk, lê dilê wan mezin e. Sirûdên ji aliyê zarokan ve tên xwendin, cesaretê dide bi sedan kesên li derdorê civiyane. Hejmara mirovê li dora wan li hev civiyane zêde dibe. Hn kesên ji ber stranên zarok dibêjin bi fikar in, bi gotina 'Ji ber van stranan wê serê we bikeve belayê. Binere vaye polîs hat' zarokan hişyar dikin. Lê belê zarok dibêjin, "Li welatê xwe, em ê nikaribin bi zimanê xwe strana bi dilê xwe bistirên? Tê bila bên, kes ji wan natirse."