Rewşa Awarte bandoreke giran li aboriya Wanê dike

Krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiye pêl bi pêl belav dibe. Piştî krîza betaliyê, niha jî krîza aborî bandora xwe li ser fêkî, sebze, peynîr û goşt jî kir.

Krîza aborî ya li Kurdistan û Tirkiye pêl bi pêl belav dibe. Xizanî, betalî li herêmê her ku diçe zêde dibe. Dîsa gelek esnaf, pîşesaz û karsaz dikan, dezgeh û kargeriyen xwe digirin. Li Wanê ruhê zindî yê bazaran ji ber krîza aboriyê lawaz bûye, coş û kelecana li bazaran mirî ye. Esnafên Wanê nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan û xwestin Rewşa Awarte ji holê rabe.

'FÊKÎ Û SEBZE BIHA BÛ'

Esnafê bi navê Ahmet Aslan ê 15 sal e dikana wî ya sebze û fêkî heye dibêje ji ber her kes bê kar e, êdî welatî nikarin sebze û fêkî bikire. Aslan da zanîn ku ji ber kirîn tine ye li bazarê bihayê fêkiyan biha bûye û wiha axivî: "Kîloya sêvan 6 tl ye. Xiyar ji beriya cejnê kîlo 2 tl bû niha jî bûye 3 tl. Ji ber bêkariyê ti kes nayê dikanê û kirinê nake. Tenê sedemê vê yekê jî krîza aboriyê û Rewşa Awarte ye. Em dixwazin bazar veguhere rojên xwe yên bi çoş."

'KIRAYÊN DIKANAN ZÊDEBÛNE'

Esnafê bi navê Zekî Kaya da zanîn ji ber kiraya dikanan jî bilind bûye ew nikarin kirayên dikanê xwe bidin û ev tişt got: “Li bazarê liv û tevger nîne, em nikarin firotinê bikin. Dema em firotinê nekin jî em nikarin kirayên dikanên xwe bidin. Ji beriya Rewşa Awarte û kirîza aboriyê kiraya dikanan jî zêde bûye. Beriya niha kiriya dikana min 600 TL bû niha jî bûye 950 TL. Bi vî awayî biçe ez ê dikana xwe bigrim."

KRÎZÊ LI QESAB Û PENÊR JÎ XIST

Penêrfiroşê bi navê Nîmettullah Kiliç ê li bazara penêrfiroşan esnaftiyê dike dibêje weke berê ti kes nayê penêr nakire. Kiliç got:  "Li Wanê her ku diçe rewşa esnafan xirab dibe. Welatî nayên bazaran, li herêmê tenê Îranî tên ew jî nayên penêr nagrin. Bazar miriye, ji beriya niha kîloya penêrê bi pincar 20 TL bû niha jî bûye 35 TL."

Esnafê bi navê Yakûp Yilmaz ê li bazara qesaban jî esnaftiyê dike wiha gazincê xwe dike: "Îsal bihayê goşt gelek zêde bûye, sedema herî mezin jî qedexkirina zozanan e. Ji ber zozan qedexene û welatî nikarin biçin zozan, sewalkarî miriye. Ti kes nayê bazarê û goş nastîne, ji ber ku bêkarî pir e û kirayên avahiya jî zêde bûye ti kes li bazarê kirin û firotinê nake."