Rêwiyên bê rawestgeh -2

Her gerîlayeke ku ez dibînim min fêrî tiştekî dikin, weke ku her gerîlayek mamoste ye, mamosteyên xwedî ezmûnên jiyanê û mirova ne.

Bi qîrkirina Amara re gerîlayê jin hatin pêşiya me û bi rûkenî em pêşwazî kirin. Jixwe di nava gerîla de rûkenî wateyekê xwe yê gelek cuda heye. Weke ku kenê wan dibe zimanê ku peyvên wê hatine windakirin. Her gerîlayê destê xwe avêt tiştekî û barên me ji me girtin û em derbasî cihê rûniştinê kirin. Cihê wan bi nîzamî hatibû sererastkirin û gelekî jî pak bû.

Ew cihê ku em niha lê ne jê re dibêjin Şehîd Bêrîtan. Ew jî cihekî gelek xweş e. Jixwe qada Xakurkê sê goşeyê Kurdistanê ye. Aliyekê wê dikeve Rojhilat, aliyekê dikeve Bakur û aliyê din jî Başûrê Kurdistanê ye. Ev qad navê xwe ji Şehîd Bêrîtan Hêvî ( Gulnaz Karataş) digre. Di şerê sala 1992'an de li hember îxanetê Bêrîtan Hêvî xwe ji zinara tavêje û radestbûnê napejirîne. Ango berxwedaniyekê li hember îxanetên navxweyî û ji derve, çalakiyek bi vê awayî pêk tîne. Ji wê demê heya roja me ya îro ji vê qadê re ev nav tê gotin.

Aliyekê wê çiyayê Şekîf e, bi hemû heybeta xwe re serê xwe rakiriye berbi asîmana ve. Karker jî qada Şehîd Bêrîtan weke ku xistiye nava hemêza xwe de. Weke ku pişta wê diparêze, li hember tevahî talokeyan.  Ango bûye stargeha vê qadê. Ma qey di nava jiyana gerîla de tiştê ku mirov pê bandor nebe heye? Ji bo vê pirsê ez gelek fikirîm lê min nedît. Ya rast ji bo ku mirov rast binivîsîne û bîne  ser ziman pêwîste mirov nava wê de rast bijî, çavderiyên rast bike û rast vebêje.

Nava komên gerîlayên jin de jiyaneke gelek kolektîf, bi nîzam, coş û kêfxweşî hebû. Tevahî kar û xebatên xwe bi hevre dikirin, bê hev tu tiştekê nedikirin. Gava hev meyze dikirin, heskirina wan di çavê wan de weke stêrkan diçirûsî û ew çirûskê heskirina xwe jî li derdora xwe belav dikirin. Çawa ku li hember hev gelek bi rûkenî û germ bûn, li hember mêvan û kesên ji derve jî dihatin, heman germbûn û jidilî nîşan didan.

Bêguman tevahî tevgerê wan bala min dikşand, lê tişta ku herî zêde bala min kîşand jî pora wan bû.  Gelo nava şert û zurifên zehmet de çawa dibû ku  pora xwe bi parêzin û dirêj bikin. Di be ku ev pirs di serî her kesî de derbas bûbe. Ya rast mirov dikare pora dirêj bi çanda mirovan re jî girêbide. Di çanda gelê Kurd de piranî pora jinên Kurd dirêj e, ev hem weke çand tê dîtin, hem jî bi gotina ku jin bi pora xwe xweşik e,  girêdayî ye. Ya rast di çanda Rojhilata Navîn de çanda jinên pordirêj gelek li pêş e. Ev çand di gerîlayên jin de jî heye. Ji ber hem jinên Kurd in hem jî bi gotina ku ew didin diyarkirin Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulah Ocalan ji pora dirêj hes dike.

Gava min ev meraq kir û ji gerîlayên jin pirs kir heman bersivê dan min. Ya rast pora dirêj gelek li bejn û bala gerîlayên jin dihat. Gava pora xwe dirêj dikirin, dikirin kezî û berdidan li ser cil û bergên xwe ango li ser tirgalên xwe wê demê xweşikbûnek cuda xuya dibû. Min jî ev xweşikbûn bi rêya qadrajên makîneya xwe  xwest dîrokî bikim.

Piştî ku me kar û xebatên xwe li vir qedand bi plansaziyeke nû em derbasî cihekî din bûn. Lê di vê rêwitiya me de gerîlayek xort beşdarî rêwitiya me bû. Gerîla Cûdî  bi eslê xwe ji Başûrê Kurdistanê, ji bajarê Duhokê bû. Di sala 2011'an de tevlî nava refên gerîla bûye. Gerîla Cûdî di zanîngeha Silêmaniyê de, beşa psîkolojî û biyolojiyê xilas dike. Nîqaşa me bi gerîla Cûdî re dîrêj û kûr bû. Beriya ku ez pirs jê bikim bi xwe berê xwe da min û got; "Gava ez di nava wê jiyanê de bûm, min nedizanî ez ji bo çi dijîm, lê niha bi awayekî gelek bi watedar dizanim çima dijîm." Ya rast gava ev gotin digot jî bi rûkenî û bi rûmeteke mezin dianî ser ziman. Bê ku destûr bide ez pirsên xwe jê bikim careke dî gotinên xwe berdewam kir û got; "Di Başûr de ji bo ku jiyana gerîla û bi taybetî jî tevgera azadiyê reş bikin û tehşîr bikin gelek propagandeyên direw têne kirin. Gava ez hatim min ev rastî fêm kir û ez ketim ferqa wê de. Heqîqet her tim bi destê mêtinger, zordarî û zaliman tê berovajî kirin." Piştî ku gerîla Cûdî gotinên xwe xilas kir min pirs jê kir; "Ya rast tu di nava PKK'ê de fêrî heqîqeta xwe bûyî û ewqasî ji bo heqîqetê jî dikarî gotina rêz bikî?" Bi pirsa min re gerîla Cûdî bi tebesûmekê bersiv da; "Bêguman ev mîsoger e ku ev jiyana pîroz ez fêrî jiyana rast kirim, ku ji min hatibû dizîn."

Her gerîlayeke ku ez dibînim min fêrî tiştekî dikin, weke ku her gerîlayek mamoste ye, mamosteyên xwedî ezmûnên jiyanê û mirova ne. Ger ku her gerîlayek ku ez dibînim ewqasî min fêrî tiştan dike wê demê hev çawa mezin dikin di serê min de weke pirsek xwe da der. Ev pirs ne tenê di serê min de heman demê de ji devê min jî derket i derve û min ji gerîla Cûdî pirs kir. Cûdî bersiva pirsa min bi vê gotinê da, "Tu tiştek qandî rêhevaltiyê li ser min bandor nekiriye. Bi taybetî jî min rêhevaltiya PKK'ê di rêheval Reşît Serdar de nas kir, his kir û fêm kir. Vê jî ez mezin kirim." Bi gotinên gerîla Cûdî re careke dî ez deyndar derketibûm.