Reqa:17 çete hatin kuştin, li 5 taxan şerekî giran heye

Li 5 taxên Reqayê di şer de 17 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 75’an de didome. Duh nîvrokî li taxa Mansûr a li Rojhilatê Reqayê şerekî domkurt çêbû, di şer de 7 çete hatin kuştin û wesayiteke bombekirî hate rûxandin. Her wiha li taxa Reşîd a li rojhilatê bajêr şer çêbû û li vir jî 6 çete hatin kuştin.

Li taxa Berîd a li rojhilatê bakur ê Reqayê şer çêbû û sekvan û 4 çete hatin kuştin.

Li van 3 taxan  û her wiha li taxên Mirûr û Nehdayê jî niha şerekî giran heye.