Rêjeya xwekuştinê ya li Rojhilat du caran li nîveka Îranê ye

Li gorî lêkolîneke li ser bûyerên xwekuştinê yên li Îranê hate kirin, 4 eyaletên Rojhilatê Kurdistanê di vê mijarê de di her çar rêzên destpêkê de cih digirin.

Polîtîkayên zordariyê û terbiyekirina bi birçîbûnê ya rejîma Îslamî ya Îranê, ku li Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne, bûn sedem ku rêjeya xwekuştinê ya li vî beşê Kurdistanê gelekî zêde be. Li gorî lêkolînek li Rojhilatê Kurdistanê hate kirin, xwekuştin û meyla xwekuştinê ya li Rojhilat, zêdeyî nîveka cîhanê ye.

EYALETÊN ROJHILAT DI ÇAR RÊZÊN DESTPÊKÊ DE CIH DIGIRIN

Civata têkoşîna li dijî bûyerên xwekuştinê yên li Îranê, li gelemperiya welêt lêkolînek di vê der barê de kir. Li gorî vê lêkolînê, 4 eyaletên Rojhilatê Kurdistanê di çar rêzên destpêkê yên gelemperiya Îranê de cih digirin. Serokê civata navborî Kazim Melekotî ragihand, eyaletên Îlam, Loristan, Sine û Ûrmiye yên Rojhilatê Kurdistanê, di bûyerên xwekuştin û hewldana xwekuştinê de di çar rêzên destpêkê yên Îranê de cih digirin.

RÊJEYA XWEKUŞTINÊ YA LI ROJHILAT, BI DU CARAN JI NÎVEKA CÎHANÊ ZÊDETIR E

Melekotî got, "Bûyerên xwekuştinê yên li rojavayê Îranê (Rojhilatê Kurdistanê) li gorî herêmên rojhilat û navîn ên Îranê gelekî zêde ye. Xwekuştin û hewldanên xwekuştinê li eyaletên Kurdistanê gelekî zêde ye. Weke mînak, li bajarê Eywan ê Îlamê her yek ji sê mirinan ji ber xwekuştinê ye."

PROFÎLÊN XWEKUŞTIN Û MEYLA XWEKUŞTINÊ

Li bajarê Îlamê, ji aliyê xwekuştin û hewldana xwekuştinê ya bi şewitandinê di rêza destpêkê de cih digire. Lêkolînên li ser bûyerên xwekuştin û meyla xwekuştinê hatin kirin, nîşan didin ku bûyer û meylên xwekuştinê di nava mirovên ji her emrî, statu û zayendî de tê dîtin. Tevî vê yekê jî rêjeya vê meylê di nava jin, bêkar, ciwanên xwendekar, mirovên xwedî malbat û yên di emrê zarokan de, hê bêhtir e.

BÊKAR DI RÊZA DESTPÊKÊ DE NE

Merkezî Amarî Îran ku li Îranê lêkolînên siyasî û civakî dike, li gorî lêkolîna wê; bêkar di rêza destpêkê ya bûyerên xwekuştinê de cih digirin. Merkezî Amarî Îran ragihand, li hin herêmên Îranê û Rojhilat, rêjeya bêkariyê 45 ji sedî ye û ev yek jî di nava welatiyan de rê li ber bêhêviyê vedike

JIN DI RÊZA DUYEMÎN DE NE

Li gorî lêkolînên Merkezî Amarî Îran, di nava mirovên xwedikujin û meyla xwekuştinê pê re hene de, jin di rêza duyemîn, mirovên asta wan a perwerdeyê 'kêm e' jî di rêza sêyemîn de ne. Merkezî Amarî Îran ku saziyeke dewletê ye, li ser sedemên xwekuştinê û tengaviya sîstemê ti agahiya nade û balkêş e ku sedema xwekuştinê tenê weke 'bêkarî' ya jî 'bêperwerdeyê' nîşan dide.

SEDEMA BINGEHÎN POLÎTÎKAYÊN ÎRANÊ YE

Civaknas û zanyarên civakî anîn ziman, ku bêkarî û xizanî yek ji faktorên girîng ên xwekuştin û meyla xwekuştinê ya li Rojhilat e, lê belê pirsgireka xwekuştinê tenê bi van nikare bê eşkerekirin.

Zanyarên civakî destnîşan dikin, polîtîkayên zordar ên rejîma Îranê sedema sereke ya xwekuştin û meyla xwekuştinê ye û dibêjin, bêkarî, terbiyekirina bi birçîbûnê, nebûna mafên bingehîn ên siyasî, ferzkirina civakeke girtî, zexta mezhebî û olî ku rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê ferz dike, sedema herî mezin a xwekuştinê ye.

POLÎTÎKAYA TÊKILDARÎ JINAN RÊ LI BER XWEKUŞTINÊ VEDIKE

Civaknasek, ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman, ku li Rojhilat û Îranê zexta herî giran li jinan tê kirin û jinên nikarin xwe ji vê zextê rizgar bikin, weke çareseriyê serî li xwekuştinê diidn.

Civaknas ragihand, jin ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in û got, li gorî mejiyê rejîma Îranê, jin 'xizmetkara nava malê' û 'kesa ku divê zarokan mezin bike' ye.

'SEDEMA XWEKUŞTINÊ XIZANÎ NÎNE, XIZANKIRIN E'

Civaknas bi bîr dixînin, ku Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê av, petrol, çavkaniyên madenê, çandinî, sewalkarî û hilberînê ve herêma herî dewlemend e û destnîaşn dikin, ku nirxandina Merkezî Amarî Îran a li ser bêkariyê, hewldaneke bi zanebûn a berevajîkirina rastiyê ye. Civaknasan anî ziman ku gelê Rojhilat nikarin sûdê ji ti ji van dewlemendiyan bigirin û gotin, "Lewma sedema xwekuştinê bêkarî û xizanî nîne, sedem bêkarhiştin û xizanhiştin e."