Rêjeya arsenîk a li nava ava vexwarinê ya li Wanê gefê dixwe

Li Wanê, rêjeya arsenîk a li nava ava vexwarinê gelekî zêde ye. Ev ava bi vî rengî, gava ku demeke dirêj tê vexwarin, rê li ber kansera çerm, kezeb, mîzdank û gurçikê vedike.

Rêjeya bilind a arsenîk li nava ava vexwarinê, ji bo dema nêz û dirêj, rê li ber bandorên neyînî yên mayinde vedike. Tevî vexwarina ava ku ava gemarî ya kanalîzasyonê tevlî dibe, gelê Wanê neçar tê hiştin ku ava rêjeya wê ya arsenîk zêde ye, vexwe. Qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate bicihkirin, tevî ku rêjeya arsenîk a rê li ber kanserê vedike di nava avê de gelekî zêde ye, heta roja îro li hemberî vê yekê tiştek nekiriye. Qeyûm bi tenduristiya welatiyan dilîze.

Rêjeya arsenîk, bi rêya parzûngehê tê kêmkirin. Lê qeyûmê li Wanê, avê ji van parzûngehan derbas nake û ava bi jehr bi welatiyan dide vexwarin. Ava ku rêjeya arsenîk a tê de bilind e, gava demeke dirêj tê vexwarin rê li ber kansera çerm, kezeb, mîzdank û gurçikê vedike.

AVA JI ARSENÎK DIBE SEDEMA KANSERÊ

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) destnîşan dike, ku rêjeya arsenîk a li nava ava vexwarinê, eger zêdeyî 10 mîkrogram/lître be, ev av ne ya vexwarinê ye û rê li ber kanserê vedike. Halbûkî rêjeya arsenîk a li nava ava vexwarinê ya li Wanê, di asta 40-50 mîkrogram/lître de ye. Yanî 4-5 qat ji rêjeya ku WHO destnîşan kiriye, zêdetir e. Arsenîk ku di dema pêş de dikare rê li ber kanserê veke, bi taybetî bi mirovên temen dirêj û nifşên nû re rîska kanserê der dike. Li Wanê, bîrên sondajê bi qasî 70-90 metre ye. Ev kûrahî dibe sedem ku rêjeya arsenîk zêde bibe. Dema ku bîr 100-110 metre be, rêjeya arsenîk gelekî kêm dibe. Tevî vê yekê jî, qeyûmê li Wanê li vexwarina ava bi jehr temaşe dike.

ORENÇ: RÊJEYA ARSENÎK BI SÎSTEMA PARZÛNGEHÊ DIKARE BÊ KÊMKIRIN

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) ê Wanê Sezer Orenç anî ziman, ku beşeke zêde ya ava vexwarinê ya li Wanê bi rêya sondajê tê derxistin û ragihand, ku rêjeya arsenîk a li nava vê avê jî zêde ye.

Orenç diyar kir, rêjeya arsenîk a vê avê, ku dikare rê li ber kanserê veke, bi sîstema parzûngehê dikare were kêmkirin û ragihand, ku welatatiyên bi vê rewşê zanin, ava ji şebekeyan venxwazin.

Orenç da zanîn, welatiyên derfetên wan ên madî hene avê dikire û got, "Mirovên haya wan ji vê rewşê nîne, ya jî ji aliyê aborî ve derfetên wan kêm e, neçar in vê ava nepaqij vexwin. Ev jî gefê li tenduristiya mirovan dixwe."