Rêçeke Yaresanan: Cejna Hinaran

Yaresanan dest bi pîrozkirina Cejna Hinaran kirin. Cejn wê 3 rojan bidome.

Ji bo Yaresanan payiz tê maneya Cejna Hinaran. Yaresan mehên din ên salê berên ku sirûşt dide wan berhev dikin û di vê cejnê de wan nîşan didin û dimînin benda sala dî.

Cejna Hinaran ku Yaresan her sal ber bi dawiya Cotmehê ve pîroz dikin Duşemê dest pê kir û wê 3 rojan bidome.

XAWENKAR

Ev Cejna Hinaran a Yaresanan mîna ayîneke dînî dest pê dike û wiha tê pîrozkirin. Li nav Yaresanan ji Cejna Hinaran re Ayinê Yarî tê gotin û Ayinî Yarî tê maneya ayina xwîşk û biratiyê. Yarî xwîşk û biratî û Ayin jî merasîm e.

Cejna Hinaran bi navê Xawenkar tê kirin. Yek ji Pîrê baweriya Kakayiyan Siltan Îshaq li şikefa Mîreno yê çiyayê Şinewê yê Helepçeyê têne asêkirin, piştî bi 3 rojan xilas dibin. Piştî ku xilas dibin dibine mêvanê jineke pîro. Jina xwediya malê hejar e û tiştek wê tine. Tenê dîkek wê heye û wî dikî jî ji bo Siltan Îshaq û hevalên wî digurîne. EV bûyer li gorî gotinan beriya bi 700 salî dibe. Ji wê rojê ve di cejna Xawenkar de ji goştê dîk xwarin tê çêkirin, li gel wê birinc jî. Ji ber ku Siltan Îshaq û hevalên wî ji dorpêçê xilas dibin Cejna Xawenkar bi rengê cejna rizgariyê tê pîrozkirin. Wekî mîrateyek ji Siltan Îshaq û hevalên wî mayî tê qebûlkirin.

XWARINA CEJNÊ PÎR ÇÊDIKIN

Di Cejna Xawenkar de Yarî ango Pîrên Yaresanan dikevin nav gel, bi diayên xwe reng didin cejnê û 3 rojên cejnê tim li nav gel dimînin. Pîrozbahiya cejnê bi çêkirina xwarinê dest pê dike û li gorî baweriyê Pîr xwarinê hazir dikin. Piştî ku xwarin tê hazkirin gel jî berê ku sirûştê dawiya salê dayî wan, hinaran li gel xwe tînin û li ser sifrê datînin. Bi vî rengî cejn dest pê dike.

Piştî xwarin û hinaran Kurdên bi baweriya Yaresan, Kakaî û Feylî pirtûka pîroz ya bi Hewramî Serencamê tînin û diayan dixwînin. Vê navbeynê bi axaftinên Pîran zikr dest pê dikin.

TEMBÛR Û CEM

Piştî xwarinê û xwendina Serencamê komên tembûrê tên û li tembûrê didin. Zêmarên li ser Siltan Îshaq û Pîrên Yarasanan têne gotin, stran û qesîde têne xwendin. Jin û zarok semahê dikin û li dor tirba Silhat Îshaq digerin. Tevahiya rojê wiha didome.

XAWENAR TÊ MANEYA XWEDÎDERKETINÊ

Cejna Xawenkar li ser gora Baba Yadgar ya li gundê Zerdê ya Dalahoyê, ku Baba Yadgar yek ji pîrê Yaresan e, tê pîrozkirin. Sê rojan bi ayînên curbecur cejn didome. Xwen tê maneya xwedî û Xawenkar tê wateya xwedîderketinê.

TIRBA SILTAN ÎSHAQ

Bi hezaran kes ên ji baweriya Yaresan, Kakaî û Feylî di cejna Xawenkar de diçin ser Tirba Siltan Îshaq. Ayîn bi şev û roj, bi lêxistina tembûrê, bi semahê didome.