Razemeniya li enerjiya kesk kêm jî be hilberîn zêde bûye

Li gorî rapora enerjiya dikare were nûkirin ya 2016'an a REN21, razemeniya li enerjiya kesk kêm bû be jî, hilberîna enerjiya kesk zêde bûye.

Saziya bi navê Renewable Energy Policy Network for the 21th Century (REN21), ku ji aliyê gelek hikumet, şîrket û rêxistinên civakî yên sivîl ve hatiye avakirin, rapora xwe ya li ser enerjiya dikare were nûkirina ya sala 2016'an weşand.

Li gorî raporê, hilberîna enerjiya paqij û dikare bê nûkirin a li gelemperiya cîhanê, di sala 2016'an de gihîştiye asta rekorê û hilberîn 8,7 ji sedî zêde bûye. Li gorî vê yekê, hilberîna giştî par gihîşte 2 hezar 17 gîgawatt.

Ji ber ketina maliyeta xwe razemenî kêm bû be jî, balkêş e ku dewlet hê jî bi 4 qatan zêdetir razemeniyê li enerjiyên fosîlê dikin.

HILBERÎNA ENERJIYA JI ROJ Û BA ZÊDE DIBE

Zêdebûna enerjiya dikare were nûkirin, herî zêde bi rêjeya 33 ji sedî, di enerjiya rojê de pêk hat. Di raporê de hat ragihandin, ku di vî warî de 303 gîgawatt enerjî hatiye bidestxistin. Rêjeya enerjiya ji tîrêjên rojê tê bidestxistin, di sala 2006'an de tenê 6 gîgawatt bû. Ji vê hejmarê jî tê dîtin, ku di nva 10 salan de bi 50 qatan zêde bûye.

Enerjiya ji ba hatiye bidestxistin jî, li gorî sala 2015'an 12,5 ji sedî hatiye zêdekirin û di sala 2016'an de 487 gîgawatt hatiye bidestxistin. Di sala 2006'an de enerjiya ji ba hate bidestxistin 74 gîgawatt bû. Lewma di nava 10 salan de bi rêjeya 6,5'an zêde bûye.

ÇÎN DI ENERJIYA BA Û ROJÊ DE LÎDER E

Di raporê de, têkildarî kapasîteya enerjiya dikare were nûkirina a welatan de destnîşan kir, ku Çîn li pêş e. Hat ragihandin, li vî welatî kapasîteya enerjiya rojê 46 ji sedî hatiye zêdekirin. Çînê bi giştî kapasîteya xwe ya di vî warî de, di sala 2016'an de 34,5 ji sedî zêde kir.

Di rêza duyemîn de jî Japonya cih digire. Bi zêdekirina 8,6 ji sedî re salane gihîşt 40 gîgawattê. Elmanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî hilberîna xwe ya ji enerjiya rojê salane gihandin 40 gîgawattê.

Îtalya, Qraliyeta Yekbûyî û Hîndîstanê jî li xwe zêde kirine. Hîndîstanê kapasîteya xwe bi du qatan zêde kir.

Di eneriya ba de jî Çîn bi rengekî balkêş derkete pêş. Par 23,4 gîgawatt zêde kir û kapasîteya hilberîna xwe ya giştî 170 gîgawatt derbas kir. Di enerjiya ba de DYA, Elmanya, Hîndîstan, Spanya, Qraliyeta Yekbûyî, Fransa, Kanada, Brezîlya û Îtalyayê di nava 10 welatên destpêkê de cih girtin.

Di enerjiya dikare were nûkirin de li gelemperiya cîhanê 10 mîlyon mirov tên xebitandin. Enerjiya rojê bi xebitandina 3,9 mîlyon mirovî re di rêza yekemîn de cih digire. Di enerjiya biyo de jî 2,8 mîlyon mirov tên xebitandin.

RAZEMENÎ DAKET ASTA SALA 2010'AN

Razemeniyên li gelemperiya cîhanê li qadên enerjiya roj, bav, hîdroelektrîk û biyo de, di sala 2016'an de 23 ji sedî kêm bû û daket 242 mîlyar dolarî. Ev yek jî asta razemeniyê ya sala 2010'an e.

Li gorî raporê, kêmbûna razemeniyê 14 ji sedî li welatên pêşketî, 30 ji sedî li welatên bi pêş dikevin pek hat.