QSD'ê rêjeyek zêde çek û cebilxane li Baxozê desteser kir

Şervanên QSD’ê yên li gundê Baxozê yê girêdayî bajarokê Hecîn ê Dêra Zorê dawî li çeteyên DAÎŞ’ê tîne, dest danî ser rêjeyek zêde çek û cebilxaneyên çeteyên DAÎŞ’ê.

Şervanên QSD’ê yên li Baxozê derbên xurt li çeteyên DAÎŞ’ê da û dawiya wan tîne. Dest danî ser rêjeyek zêde ya çek û cebilxaneyên cuda cuda.

Di nava çek û cebilxaneyan de ji çekên sivik bigire heta çekên giran dîsa çekên taybet ên sûîkast, mayîn, fuzeyên bi germahiyê, mayîn û teqemeniyê hene.