QSD: Hinek kesan ji bo aloziyê top avêtine Serê Kaniyê

Berdevkê Fermî yê QSD’ê Kîno Gabrîyel diyar kir ku kesên top avêtine Serê Kaniyê armanca wan ev e ku aloziyê ava bikin.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Kîno Gabriyêl têkildarî topa ku ji Sûriyeyê avêtine Serê Kaniyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Êvara roja Duşemê di 22‘ê Tîrmehê de topek ji aliyê kesên nenas ve ji hundirê Sûriyeyê bi aliyê bajaroka Serê Kaniyê hatiye avêtin, di encamê de hin sivîl birîndar bûne.

Ev kiryara bi armanca santajkirinê ji aliyê kesên nenas ve hatin kirin ku dixwazin aloziyê biafirînin û ziyanê bigihînin herêmê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hêzên ewlehiyê ji bo naskirina kesên li pey vê bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.

Em şîfa lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”

Di sala 2014’an de jî qeydeke deng derketibû holê. Di qeyda deng de musteşarê MÎT’ê ji Wezîrê Karê Derve û Serokê 2’emîn ê Artêşa Giştî ya Tirkiyeyê re digot “Hewce bike ez ê çar kesan bişînim Sûriyeyê. Wê 8 fuzeyan biavêjin Tirkiyeyê û ez ê vî tiştî bikim sedema şer.”