QSD'ê cejna Noelê li Xiristiyanan pîroz kir

Fermandariya QSD'ê cejna Noelê li gelên Xiristiyan pîroz kir û hêvî kir ku di vê rojê de dawî li şerê li Sûriyê were û aştî û hezkirin li tevahî cîhanê belav bibe.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) bi wesîleya Cejna Neol peyama pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin "Em salekê oxir dikin û pêşwaziya saleke din dikin. Em gelê Xiristiyan û tevahî baweriyên cîhanê bi hatina cejna Noel (rojbûna hezretî Îsa) pîroz dikin. Her wiha ji bo ku hezkirin û aştiyê li cîhanê belav bibe em banga dûa û nimêjê û banga bawerî bi nirxên mirovî yên ku Mesîh ji bo wê têkoşîn kiriye, dikin.

Bi vê wesîleyê em bang dikin ku li hemû dêran welatê me Sûriyê zingilên aştî û hezkirina lê bidin û hêvî dikin ku dawî li şerê heyî were û xelk vegere malên xwe."