Qoserê dîwarê qeyûm hilweşand

Dîwarê ku di dema dagirkeriyê de li dora avahiya Şaredariya Qoserê hatibû lêkirin, ji aliyê Hevşaredara HDP'î û şêniyên Qoserê ve hate hilweşandin.

Li navçeya Qoser a Mêrdînê, qeyûmê rejîma AKP'ê di dema desteserkirina şaredariyê de dîwarekî bi bilindahiya 2 metreyan li dora avahiya şaredariyê lê kiribû. Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nîlufer Elîk Yilmaz, endamên Meclîsa Şaredariyê û şêniyên Qoserê bi hev re dest bi hilweşandina dîwar kirin. Hevşaredar Yilmaz rahişt hors û dîwêr xist. Piştre jî endamên Meclîsa Şaredariyê û şêniyên navçeyê dest bi hilweşandina dîwêr kirin.

'GELÊ ME XWEST, ME JÎ DÎWAR HILWEŞAND'

Hevşaredar Yilmaz destnîşan kir ku divê şaredarî li gel vekirî be û got, "Dema ku me karê hilbijartinê dikir, daxwazeke gelê me hebû. Digotin, 'gava ku em diçin şaredariyê mîna ku em diçin girtîgehê. Ji aliyê psîkolojîk ve em ne rehet in'. Daxwaza wan ew bû ku dîwar werin hilweşandin. Ji ber vê daxwaza gelê xwe me ev dîwar hilweşand. Divê gel azad be. Bila li gelê me pîroz be."

Bendên li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî ji danê sibehê ve tên rakirin.